01:06 21 Nîsan 2018
    Alaya Îranê

    Parlamenterê Hollandayî diyariya Îranê avêt ser sergoyê

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Îranê ya li Hollandayê ji bo Cejna Serê Salê ya Noelê ji bo endamên Parlamentoya Hollandayê nameyeke pîrozbahiyê û diyarî şandin lê parlamenterekî Hollandayî ew diyarî avêt ser sergo. Parlamentoya Iraqê ev helwesta parlamentere Hollandayî şermezar kir.

    Ala Îranê
    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Li gorî agahiyên li ser malpera Balyozxaneya Îranê ya li Hollandayê wê balyozxaneyê ji bo pîrozbahiya Cejna Serê Salê ya Noelê ji partî û parlamenterên li Parlamentoya Hollandayê re nameyeke pîrozbahiyê û diyarî şandin.

    Hat ragihandin ku yek ji parlamenterên Hollandayî ew diyariya Balyozxaneya Îranê avêtiye ser sergoyê û balyozxaneyê ji bo vê helwestê ji wî parlamentere Hollandayî daxwaza lêborînê kir.

    Ji aliyê din ve Komisyona Ewlehiya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Parlamentoya Îranê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanê helwesta wî parlamentere Hollandayî da û ew helwesta wekî helwesteke ‘dermirovahî' bi nav kir. Komisyonê ew helwest şermezar kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê 230 kes hatin desteserkirin
    Li Îranê 8 kurd hatin bidarvekirin
    PDK-Î: Em ê çalakiyên xwe yên li dijî Îranê xurtir bikin
    Li paytexta Îranê erdhejekê rû da
    Îranê bersiv da sûcdarkirinên Amerîkayê û Erebistana Siûdî
    Îranê ji ber xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê hişyarî da
    Etîketan:
    sergo, diyarî, Parlamentoya Hollandayê, Balyozxaneya Îranê ya li Hollandayê, Hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de