19:12 20 Nîsan 2018
    macron

    Macron bersiva Esad da: Li şûna ku biçe xwe daye benda DAIŞê

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku Fransa li Sûriyeyê piştgiriya xwînrijandinê dike û mafê wê tune ye ku piştgiriya aştiyê bike. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bersiva Esad da.

    Esad derbarê têkoşîna li hember DAIŞê da û got weke rêxistenek terorê DAIŞ ne tenê ye û hindek welat bi piştgiriya terorîzmê tawanbar kirin. Esad diyar kir ku DAIŞ balê dikşîne lê Rojavayî di serî de piştgiriya El Nûsra û rêxistinên din dikin.

    ‘JI ROJA EWIL DE PIŞTGIRIYÊ DIDE'

    Esad Fransa bi piştgiriya terorê sûcdar kir û got, "Fransa pêşengiya piştgiriya terorê kir û ji roja roj de destê xwe di nava xwîna Sûriyeyiyan dakir û wisa axivî, "Fransa ji roja roj de piştgiriya terorê dike û ji roja roj de destê xwe din ava xwîna kurdan dakiriye. Lewra mafê axaftina wa kesên ku piştgiriya terorê dikin tune ye."

    Di demeke kurt de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bersiv da Esadî.

    MACRON: BI TU AWAYÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

    Macron di kongreyeke çapemeniyê de bi sekretere giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re axivî û diyar kir, "Bi tu awayî daxuyaniyên Esad ‘nayê qebûlkirin'. Fransa ji mêj ve polîtikayên hevseng dişopîne û ji dêvla ku Esad biçe li benda têkçûna DAIŞê ye."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokomarê Fransayê Macron du roj berê diyarkiribû ku, "Doktrîna Fransayê bo Sûriyeyê guherî ye û berî her tiştî ew dixwazin ku xaka Sûriyeyê ji terorîstan were paqijkirin."

    Herwisa Macron derbarê pêvajoya Astanayê de gotibû ku ‘ne kafî ye' û tewez kiribû ku heye ku Fransa pêşniyariya çareseriyeke nû bîne lê "Rewşa Sûriyeyê bê Rûsya îmkana wê tuneye ku were çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Macron: Rûsya û Îran li qadê bi ser ketin; dê Esad bimîne
    Macron û Trump li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li hev kirin
    Barzanî û Macron di civîna çapemeniyê de daxuyanî dan
    Hevdîtina Barzanî û Macron dest pê kir
    Barzanî û Macron li Fransayê dicivin
    Etîketan:
    bersiv, daxuyanî, Macron, Esad, Sûriye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de