06:18 21 Gulan 2018
    Boris Johnson

    Ji Boris re hişyarî: Dema tu çûyî Rûsyayê hay ji vodkayê û jinên bedew hebe

    © AFP 2018 / NIKLAS HALLE'N
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Derbarê Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson re nameyeke vekirî hat belavkirin û tê de hat gotin ku dema ku dema ku te serdana Rûsyayê kir hay ji vodka, jinên bedew û sîxûran hebe.

    Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson derbarê serdana wî ya Rûsyayê de hat hişyarkirin. Parlementerê Partiya Karkeran a muxalif Chris Bryant Johnson derbarê votka û jinên bedew de hişyar kir. Bryant nameyeke vekirî ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Boris re nivîsî û ew li hemberî ‘xefkên hingivîn' ê Rûsyayê hişyar kir û got hay ji xwe hebe."

    ‘TELEFONA MOBAYL BI XWE RE NEBE, ODEYA XWE BIGUHERÎNE'

    Bryant di nameye xwe ya ku di The Timesê de weşiyayê dibêje ku, ji bo ku tu nekevî taqîba Hêzên Serwîsa Ewlehiyê ya Rûsyaya Federal (FSB) telefona mobayl bi xwe re negerîne. Herwiha Bryant diyar dike ku ji bo ku te neşopînin di demeke guncaw de odeya xwe ya otele biguherîne.

    Bryant hişyariyekê balkêş jî da û got, hay ji vodkayê û jinên bedew ên rûsî hebe.

    ‘HAY JI JINÊN BEDEW Û VODKAYÊ HEBE'

    Bryant hişyariyên xwe wiha domand, ji votkaya rûsî û xwarinên wan jî nexwe û wiha berdewam kir, "Ger jineke bedew ji nişkê ve deriye te veke, hay jê hebe. Ya herî girîng antîpatîk be. Pir pir acizker be. Ez dizanim, ev yek ji bo te zehmet e. Ez jî jî acizkeriyê hez nakim lê ihtîmal heye ku rûs te şermende bikin."

    Hêjayî gotinê ye ku derbarê serdana xwe ya Rûsyayê de tu daxuyanî nehat dayîn lê rojnameya The Sunda Timesê îdia kiribû ku dê Johnson 21ê berfanbarê serdan Rûsyayê bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson serdana Îranê dike
    Boris Johnson dixwaze amborgoya li ser Rûsyayê tund bibe
    Boris Johnson ji ber rewşa li Sûriyeyê serdana xwe ya Moskowê betal kir
    Zaxarova henekê xwe bi Wezîrê Îngilîstanê Boris Johnson kir
    Boris Johnson tê Tirkiyeyê
    Dostê kurdan Boris Johnson bû Wezîrê Derve yê Brîtanyayê
    Etîketan:
    Hişarî, Name, Serdan, Boris Johnson, Rûsya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de