15:43 21 Gulan 2018
    Antalya

    Almanî êdî xwe li Tirkiyeyê bi ewle hîs nakin

    © AP Photo / Burhan Özbilici
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lêkolîneke li Almanyayê nişan da, ku ji sedî 5ê geştyarên Almanî xwe li Tirkiyeyê bi ewle hîs dikin. Tirkiye ji bo Almanan bi Misir û Tûnisê re di heman kategoriyê de cih girt.

    Li gorî ragihandina DW Tirkî anketa ku ji aliyê Weqfa Lêkolînên Siberojê ya BATê bi şîrketa GfKyê hat kirin, nîşan da, ku Almanî li derveyî welatê xwe çar welat an jî herêmên wekî Avusturya, Swîsre, Îtalya û Îskandînavyayê ji bo xwe bi ewle dibînin.

    Welatê Îspanyayê, ku ji bo Almanan welatê herî populer e, bi rêjeyee gelekî kêm di nav welatên bi ewle de cih negirt. Tenê ji sedî 49ê beşdarvanên anketê gotin, em xwe li Îspanyayê bi ewle hîs dikin.

    TIRKIYE, BI MISIR Û TÛNIS RE DI HEMAN KATEGORIYÊ DE YE

    Di lêkolînê de derkey holê ku rêjeya Almanên, ku xwe li Tirkiye û Misir û Tûnisê bi ewle hîs dikin, gelekî kêm e. Tenê ji sedî 5ê beşdarvanan diyar kir ku ew xwe li Tirkiye, Misir û Tûnisê bi ewle hîs dikin.

    Koordînatorê lêkolînê Ulrich Reinhardt got, "Êdî ji bo mirovên diçin geştê li şuna roj, qûm û behre, ewlehî bûye faktorê herî girîng."

     

    Bi heman mijarî:

    Kurê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê kuştî hat dîtin
    Gazprom: Sewqiyeta gaza xwezayî bo Tirkiyeyê 18.8%î zêde bû
    Bi mazuvaniya Sererkanê Tirkiyeyê fermandarên amerîkî û iraqî li Enqerayê dicivin
    'Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji ber helwesta wê ya li hemberî kurdan lawaz bû'
    Tê çaverêkirin ku zêdetirî 4 milyon û nîv geştyarên rûsî biçine Tirkiyeyê
    Etîketan:
    ewlehî, geştyar, Şîrketa GfKyyê, Ulrich Reinhardt, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de