04:19 20 Nîsan 2018
    Penaber

    Pewistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye

    © AFP 2018 / ISSOUF SANOGO
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Libyayê pêwistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye.

    Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Libyayê di malpera xwe ya înternetê de ragihand ku li Libyayê nêzîkî 400 hezar penaber dijîn û di nava van de pêwistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye.

    Li gorî daxuyaniya Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Libyayê, zêdetirî 14 hezar zarokên penaber ji malbat û xizmên xwe dûr dijîn û mîsyonê ragihand ku wan ev reqem ji Fona Alîkarî ya Zarokan (UNICEF) û Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) wergirtine.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku îsal nêzîkî 15 hezar zarokên penaber bêyî malbatên xwe bi rêya Deryaya Spî derbasî Îtalyayê bûne û nêzîkî 400 zarokî jî di rêyan de jiyana xwe ji dest dane. Hemwelatiyên efrîqî ji ber şer û pevçûnan welatên xwe diterikînin û bi rêya Libyayê dixwazin derbasî Ewropayê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Qaçaxvanan penaber avêtin deryayê: 51 mirî
    Penaberên Iraqî: Bila êdî şer derneyên, em naxwazin bibin penaber
    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    Serokwezîrê berê bang li gelê Sûrîyê kir: Nebin penaber, li dijî DAIŞê şer bikin
    Ji şer û pevçûnan rojane nêzî 15 hezar însan dibin penaber
    HSD: Di nava 3ê rojan de nêzîkî 15 hezar penaber hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Libyay, Libya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de