21:20 24 Nîsan 2018
    Parlamentoya Îrlanda

    Îrlanda derbarê pirsa kurdî de bang li Tirkiyê kir

    © REUTERS / Clodagh Kilcoyne
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîre Îrlanda Simon Coveney derbarê girtîbûna Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş û pirsa kurdî de, bang li hikûmeta Tirkiyê kir.

    Darizandinên Hevserokên girtî yên HDPê Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag ku di 6-7 Berfenbarê de birêvçûn, di parlamentoya Îrlandayê de hatin nîqaş kirin. Derbarê destûrnedayina têketina dadgehê ya şandeya biyanî ku ji siyasetmedar, aktîvîst û rojnamgeran pêk dihat de, berdevkê Partiya Sinn Fein yê endamê Parlamentoya Niştîmanî ya Îrlanda, ji bo bersivkirina Cîgirê Serokwezîrê Îrlanda û Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê Simpn Coveney bibersivîne pirsyarnameyeke nivîskî pêşkêş kir.

    Coveney bersiva pirsyarê de û weha got: "Me bang kir ku ev kêşe bi rêya diyalogê werin çareser kirin. "

    Cîgirê Serokwezîrê Îrlanda û Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê Simon Coveney destnîşan kir ku: "Wan di dema girtina Demirtaş de metirsiya xwe anîne ziman û ev yek jî bi daxuyaniyeke ragihandine."

    Coveney herwiha destnîşan kir ku: "Endambûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) hîn jî berdewam dike û got ji bo vê yekê divê Tirkiye bi nirxên YE ve girêdayî bimîne. "Divê rayedarên tirk, Konseya Ewropa jî di nav de, di mijarê mafên mirovî û serdestiya hiq3uqê de, di nav diyalogeke erênî de bin."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş ji ber ku ‘derdoreke wî ya fireh heye' neanîne dadgehê
    Dadgeha Selahatin Demirtaş sibe birêve diçe
    Derbarê Beştaşa ku fotografê Demirtaş parvekir de fezleke hat amade kirin
    ‘Ji ber ku ji Demirtaş tirsiyan li hemberî wî komplo amade kirin'
    Parêzerên Demirtaş civînekê li dar dixin
    Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan
    Etîketan:
    pirsyarname, partî, berdevk, Simon Coveney, Îrlanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de