17:42 20 Nîsan 2018
    Almanya- Kudüs- İsrail- Filistin

    Serokomar şewitandina ala Îsraîlê şermezar kir û got: Ez ji ber vê yekê şerm dikim

    © REUTERS / Christian Mang
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Almanyayê Steinmeir şewitandina alaya Îsraîlê di dema protestoyên li dijî biryara Amerîkayê ya ji bo Qudsê de şermezar kir û got, ez şerm dikim.

    Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeir şewitandina alaya Îsraîlê di dema protestoyên li dijî biryara Amerîkayê ya ji bo Qudsê de şermezar kir û bang li têkoşîna dijî antîsemîtîzmê kir.

    Li gorî ragihandina DW Tirkî Steinmeir li Berlînê beşdarî merasîma ji bo salvegera 70yan a avakirina Îsraîlê bû û di merasîmê de got, li Almanyayê jî antîzemîtîzm hêj şûnde nehatiye hiştin û di şiklên cuda de rûyê xwe yê tirsnak nîşan dide.

    Steinmeir bal kişand ser berpirsyariya Almanya ya li hemberî Îsraîlê û got, ev berpirsyarî ji bo hemû kesên li Almanyayê dijîn an jî dixwazin bijîn derbasdar e.

    Serokomarê Alman bi rêya telefonê bi hemkarê xwe yê Îsraîlî Reuven Rivlin re axivî û di axaftina xwe de şewitandina alaya Îsraîlê şermezar kir û anî ziman, ku kesên ev çalakiya şewitandinê kiriye dê werin cezakirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku hefteya borî li Berlînê, paytexta Almanyayê komên Ere xwepêşandan li dar xistibûn û di wê xwepêşandanê de alaya Îsraîlê şewitandibûn û dirûşmeyên li dijî Cihûyan berz kiribûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokê Amerîkayê Pence naçe Îsraîlê
    Îsraîlê êrişî 3 noqteyên Tuxaya Îzedîn Qesamê kir
    Îsraîlê herdu deriyên sînor ê Xezzeyê girtin
    Ebas: Oslo jî di nav de em ê hemû peymanên bi Îsraîlê re red bikin
    Erdogan: Hey Trump, tu niha li pişta Îsraîlê yî?
    Etîketan:
    şermezakirin, şewitandin, ala Îsraîlê, Serokomarê Almanyayê, Frank-Walter Steinmeier, Berlîn, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de