15:06 21 Çile 2018
Zindî
    NATO

    NATO îdîakir ku Rûsya Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîncî binpêkiriye

    © AFP 2018/ JOHN THYS
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    NATO îdîakir ku dewletên endamên wê tespît kirine ku pergaleke moşekan a Rûsyayê Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîncî (INF) binpêkiriye û ev revş dibe sedema metirsiyên cidî.

    Di daxuyaniya nivîskî ya NATO de hat diyar kirin ku INF, bi tunekirina moşekên ajoyî yên Amerîka û Rûsyayê ku ji erdê bo hewayê tên avêtin ev 30 salî ewlehya Ewropa-Atlantîkê dike û erkeke giring dike û herwiha piştgiriya îstîkrare dike û pêşiya li xeletiyên hesab digre û rîska pevçûnan kêm dike.

    Di daxuyaniya ku tê de gotin ku divê INF bi dilsozî were sepandin de, tê ragihandin ku NATO xwedî biryare ku vê peymanê biparêze.

    Di daxuyaniyê de tê aşkere kirin ku Amerîka li ser peymanê ye û heke Rûsya li ser peymanê nesekine dê ev bibe mijareke ku divê li serê bi cidiyet were rawestin. Di daxuyaniyê weha hatiye gotin: "Mutefîkan, hebûna pergaleke moşekan a Rûsyayê tespît kirine ku bûye sedema metirsiyeke cidî. NATO bangî Rûsya dike ku van metirsiyan ji holê rake û bi awayekî zelal tevbigere û bi Amerîkayê re dîyaloga teknîkî bidomîne."

    Di dema Şerê Sar de Serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst yên Sovyet de Mîhaîl Gorbaçov û Serokê Amerîkayê Donald Reagan di 8 Berfenbar 1987an de peymana INF îmze kiribûn. Peyman hemû moşekên ku xwedî menzîleke 500 û 5 hezar û 500 kîlometreyî yên ku ji erdê diavêjin hewayê qedexe dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Rasmussen: Mijara YPGê dikare NATO ji hev bixe
    Moskow: NATO li Ewropayê baregehan ava dike
    Şoygu: NATO çekên êrîşê sewqî sînorê Rûsya dike
    NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
    Ji NATO ji bo Tirkiyê û Amerîkayê: Biaxifin
    NATO: Divê bersiva Koreya Bakur bê dayîn
    Etîketan:
    nukleerî, peyman, şer, Donald Reagan, Mîhaîl Gorbaçov, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de