10:02 24 Nîsan 2018
    Status-6 noqava nukleerî ya bê mirov (di asta proejeyê de ye)

    Sererkanên Brîtanya: Rûsya, dikare înterneta dewletên NATOyê qût bike

    © Sputnik / Vitaliy Ankov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkanê Brîtanya Orgeneral Stuart William Peach, ragihand ku Rûsya dikare gefeke li ser qebloyên înternetê yên binê bahrê bike ku Amerîka û Ewropayê bihev ve girêdidin û ji bo înternetê pêwistin.

    Sererkanê Brîtanya ku li Serwîsên Yekbûyî yên Kraliyeta Yekgirtî a navenda wê li Londonê ye axivî xwest ku Brîtanya û mutefîkên wê yên NATOyê, xetên ragihandinê yên di kûrahiya bahrê de li hember êrîşeke ku ihtîmal heye ji Rûsya were biparêzin. Peach diyar kir ku Rûsya noqav jî tê de, bi fîloya xwe ya hem nûkleerî hem jî konvansîyonel û navgînên ne kevneşopîk yên herbê nûjen dike û şerê ragihandinê hîn jî didomîne weha berdewam kir.: "Brîtanya û mutefîkên wê divê modernîzasyona fîloya rûsî fêhm bikin û bersivê bidinê.

    ‘DÊ BOBELATEKE ABORÎ DERKEVE HOLÊ'

    Peach hişyarî da ku: "Qebloyên binê bharê ku ji êrîş û zirar dîtînê re vekirîne, ji bo şêwaza jiyana me gefeke nû ye û aşkere kir ku heke ev bi awayekî têk biçin an jî qût bibin dê ev yek bandorekê mezin li aboriyê bike û dê bibe sedema bobelateke aborî."

    ‘NE DI NAV SALAN DE, DI NAVA MEHAN DE MODERNÎZASYON'

    Peachê da zanîn ku ji ber vê yekê, ji bo ku NATO li paş Rûsyayê nemîne divê hêzên xwe yên leşkerî-bahrî bipêşbixe weha dawî li axaftina xwe anî: "Rûsya, ji ber ku hêza xwe ya leşkerî nîşan da, divê Brîtanyaye pêşenga NATOyê divê derfêtên xwe yên herbê nûjen bike û bi pêş bixe. Lewra arezûya Rûsya ku dixwaze berjewendiyên xwe yên niştîmanî biparêzê, gefeke cidî pêk tîne. Brîtanya divê ne di nava salan de, di nava mehan de vê yekê bike."

    Bi heman mijarî:

    Plana sûîkastê ya li hember serokwezîra Brîtanya hat têkbirin
    Brîtanya: Divê em li hemberî welatên neyar ên weke Rûsyayê baldar bin
    Brîtanya: Me peymana YPG û DAIŞê qebûl nekir, lê mebest rizgarkirina sivîlan bû
    Brîtanya: Em dixwazin li Iraqê lihevkirinek siyasî pêk were
    ‘Rûsya, Amerîka û Brîtanya têkoşîneke mezin ji bo petrola Kerkûkê didin'
    Sûriye: Amerîka û Brîtanya madeyên toksîkê bo terorîstan peyda dikin
    Etîketan:
    gef, êrîş, noqav, Serokê Fermandariya Ingiltereyê Stuart William Peach, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de