02:25 23 Gulan 2018
    Alên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE)

    YEyê maweya dorpêçên ser Rûsyayê 6 mehan dirêj kir

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya roja Pêncşemê de biryar dan ku dema dorpêçên ser Rûsyayê yên aborî dirêj bikin.

    Serokê Konseya YEyê Donald Tusk li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, "YEyê bi yekdengî piştgirî da dirêjkirina dorpêçên aborî yên ser Rûsyayê"

    Hat diyarkirin, dorpêçên aborî yên ku bi ser Rûsyayê de hatine sepandin ji bo maweya 6 mehan hatine dirêjkirin.

    ​YEyê di çarçoveya şerê navxweyî yê Ukraynayê de, li sala 2014an biryara dorpêçên aborî yên ser Rûsyayê dabû û piştre jî ew dorpêç berfireh kiribûn.

    Dorpêçên ku bi pêkanîna peymana Minskê ve têne girêdan, dema wan her serê 6 mehan carekê tê dirêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî nehişt heyeta NYyê biçe Xurmatûyê
    Rostem Qadrî: Niha tenê PDK-Î li dijî deshilatdariya Îranê şerê çekdarî dike
    ‘Hevdîtinên Cenev 8ê bi ser neketin'
    Pentagon: Li Sûriyê balafirên Amerîka û Rûsyayê pir nêzîkî hev bûn
    Rûsya û Erebistana Siûdî derbarê bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî de li hev kirin
    Onder: Bi ricaya dewletê bi hemû fermandarên PKKê re civiyam
    Etîketan:
    Rûsya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de