10:12 23 Gulan 2018
    Jean-Yves Le Drian

    Wezîrê frensî: Em qebûl nakin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Deryaya spî fireh bike

    © Foto: Almanar News
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian di axaftina xwe de ragihand ku em qebûl nakin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Deryaya Spî berfireh bibe.

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian di hevpeyîna xwe ya ligel televîzyona France2yê de ji bo hebûna leşkerî ya Îranê li Deryaya Spî got: " Îran milîsên xwe yên çekdar dibe Sûriyeyê û piştgiriya Hizbulaha Libnanê dike. Divê Sûriye vegere û bibe welatekî serbixwe û dûrî fişarên her welatekî din bimîne."

    Herwiha di çend hefteyên borî de bi taybet piştî ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de ragihandibû ku divê Tehran bernameya xwe ya dijminane li navçê sînordar û bernameya moşekên balîstîk eşkere bike alozî di navbera Fransa û Îranê de derketibû.

    Bi heman mijarî:

    Dilşad Mistefa Wesanî: Fransa derbarê Herêma Kurdistanê de peyameke bihêz da Bexdayê
    Dîplomatê amerîkî: Fransa piştgiriya xwe ya Kurdistanê eşkere kir'
    Fransa: Hevpeymanî li dijî peymana bi DAIŞê re bû
    Fransa: Em dixwazin rola me di çareseriya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de hebe
    Fransa: Hegomonya Îranê li herêmê nayê qebûlkirin
    Ji Almanya û Fransa daxuyaniya Kurdistanê
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, Îran, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de