01:52 25 Hezîran 2018
Petrol

Di xeta borî ya xaza siruştî de teqîn: 60 birîndar

© REUTERS / Ümit Bektaş
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Avusturyayê di xeta borî ya xaza siruştî de teqîn pêk hat, di teqînê de herî kêm 60 kes birîndar bû.

New York-Patlama
© AP Photo / Charles Zoeller
Li gorî daxuyaniya polîsê Avusturyayê, teqîna xeta boriya xaza siruştî li navenda veguhestina xazê ya Baumgartena ku dikeve rojhilatê Viyanayê pêk hat.

Rojnameya Kronen-Zeitung di nûçeya xwe de îdîa kir ku di teqînê herî kêm 60 kes birîndar bûn. Berdevkê polîs Edmund Tragschitz jî di axaftina xwe de got: "Piştî teqînê seet li derdora 08.45an şewat derket. Her tişt di bin kontrolê de ye, lê li gorî zanyariyên me di encama bûyerê de birîndar bûn."

Navenda veguhestina xaza sirıuştî ya Baumgartenê xaza ku ji Rûsya, Norveç û ji welatên din tê belav dike. Navend salê zêdetirî 40 milyon metrokup xaz belav dike. Heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve ji sedema teqînê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Bi heman mijarî:

Li Kerkûkê 2 teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li Tuzxurmatuyê teqîn: 20 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn
Li Telavîvê teqîn: 4 kuştî û 5 birîndar
Li New Yorkê teqîn rû da
Teqîn pêk hat: 5 ji wan polîs 15 kesan can da
Etîketan:
Li Avusturyayê teqîn, Viyana, Avusturya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de