14:50 22 Çile 2018
Zindî
    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron  û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Piştî Barzanî Heyder Ebadî jî serdana Fransayê kir

    © REUTERS/ Ludovic Marin
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bi heyetekê re serdana Parîsa Fransayê kir.

    Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Heyder Ebadî bi armanca beşdarbûna civîna zîrweya seqayê, derbarê rewşa cîhanî ya seqayê û bandorên wê li ser sektora aborî û jîngehê de wê serdana Fransayê bike.

    Heyder Ebadî wê di civîna zîrweya cîhanî ya seqayê de li Parîsê nêrîna Iraqê bîne ziman û belgenameyekê derbarê çênebûna bandorên neyînî yên sektorên giring ên weke aborî û jîngehê de pêşkêş bike ku rasterast pêwendiya wan bi jiyana welatiyan, ewlehiya xurak, avdaniya Iraqê û sektorên av, çandinî, tendirustî û enerjiyê û sektorên din ve heye.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di demekê de ye ku berî çend rojan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî heyeteke pilebilind a Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana wî welatî kiribû û li Koşka Elyseeyê bi Macron re hevdîtin pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge bersiv da gotinên Heyder Ebadî
    Serokwezîra Brîtanyayê bi Heyder Ebadî re civiya
    Hikûmeta Kurdistanê bersiv da Heyder Ebadî: Divê hemû biryar bên hilweşandin
    Daxuyaniyeke girîng ji Heyder Ebadî bo Haşdî Şabî
    Qasim Silêmanî daxwazeke girîng ji Heyder Ebadî kiriye
    Ji Heyder Ebadî daxuyaniya nû ya Kurdistanê
    Etîketan:
    Zîrweya enerjî ya cihanê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de