15:17 21 Çile 2018
Zindî
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahu: Erdogan gundên kurdan bombebaran dike, ez şîretan jê nagirim

    © REUTERS/ Jaime Saldarriaga
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 80

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bersiv gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên “Îsraîl dewleteke teror e” û got, “Ez ji serokekî ku gundên kurdan ên li welatê xwe bombebaran dike, şîretan nagirim.”

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu îro li Fransayê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civîneke çapemeniyê li dar xist. Netanyahu di wê civînê de bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên "Îsraîl dewleteke teror e" û got, "Ez ji serokekî ku gundên kurdan ên li welatê xwe bombebaran dike, rojnamegeran davêje zindana û ji bo binpêkirina ambargoyê alîkariyê dide Îranê şîretan nagirim."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan îro li bajarê Sêwazê di axaftina xwe gotibû "Îsraîl welatekî dagirker e. Îsraîl welatekî terorê ye."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku welatê wî Quds wekî paytexta Îsraîlê qebûl kiriye. Biryara Trump li Filîstîn û welatên herêmî rastî nerazîbûnan hatibû û agirê gengeşiya di navbera Îsraîl û Filîstînê de gur bûbû.

     

    Bi heman mijarî:

    Abdurrahman Kurt ji Qudsê biryara Trump ji Spûtnîkê re şîrove kir
    Trump pîrozbahiya Hanûkayê diyarî Qudsê kir
    'Biryara Trumpî ya Qudsê dişibe biryara serxwebûna Kurdistanê'
    Mogherînî derbarê Qudsê de got: Îhtîmal heye ku ev biryar me vegerîne demên tarîtir
    Etîketan:
    gundên kurdan, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Îsraîlê, Recep Tayip Erdogan, Benyamîn Netanyahu, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de