17:30 18 Kanûn 2017
Zindî
    Nûnere Payebilind ya Polîtikayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ye Yekîtiya Ewropa Federica Mogherînî

    Mogherînî derbarê Qudsê de got: Îhtîmal heye ku ev biryar me vegerîne demên tarîtir

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnere Payebilind ya Polîtikayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ye Yekîtiya Ewropa Federica Mogherînî, biryara Amerîka ku Quds wekî payitexta Îsraîlê naskir rexne kir. Morgeherînî got: "Îhtîmal heye ku ev daxuyanî me bibe serdemeke tarîtir ji ya niha."

    Mogherînî li Bruksela payitexta Belçikayê di civîna çapemeniyê de axivî: "Îhtîmala karîgeriyeke pir metirsîdar ya daxuyaniya Serok Trump heye. Mijareke pir hesase û niha heye ku ev daxuyanî me vegerînê serdemên tarîtir ji niha."

    ‘YEKÎTIYA EWROPA DI VÊ MIJARÊ DE XWEDÎ HELWESTEKE ZELAL Û YEKGIRTIYE'

    Mogherînî destnîşan kir ku divê Quds hem payîtexta Îsraîl hem jî ya dewleta Filistîn ya pêşerojê be û weha berdewam kir: "Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal û yekgirtiye. Tekane çareseriya rasteqîn ya di navbera Filistîn û Îsraîl de ewe ku Quds bibe payitexta her du welatan, em bawer dikin ku di bingeha wan de ye."
    Mogherînî ya ku dê sibe bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Sefedî, roja duşemê jî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re hevdîtinê bike bang li aliyan kir ku xwe ji gavên ku rakeşiyê zêde bikin vedizin.

    Bi heman mijarî:

    Çîjov: "Lavrov di Konferansa Ewlehî ya Munihê de wê bi Mogherînî re civînekê pêk bîne"
    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Etîketan:
    bingeh, îhtîmal, payitext, Federica Mogherînî, Belçika
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de