11:56 23 Gulan 2018
    Staffan de Mistura

    De Mistura: Li Sûriyeyê divê rêveberiyên herêmî hebin

    © AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê NY li Sûriyeyê Staffan de Mistura di hevdîtinên li Cenev-8an de, ku bi şandeya hikûmeta Sûriyeyê û şandeya opozîsyona Sûriyeyê re dimeşîne, bal kişand ser ku divê herdu alî dest bi mijarên bingehîn ên mixakereyan bike û ji bo siberoja Sûriyeyê behsa belavokeke 12 xalî kir.

    Li gorî nûçeyeke Şerq'ul Ewsetê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Staffan de Mistura di hevdîtinên Cenev-8an de, ku li gel şandeya hikûmeta Sûriyeyê û şandeya opozîsyona Sûriyeyê dimeşîne, bal kişand ser destpêkirina mijarên bingehîn ên mizakereyan bikin û ji bo aliyan belavokeke 12 xalî pêşkeş kiriye.

    Hat ragihandin ku de Mistura di wê belavoka xwe de dest nişan kiriye ku li gorî biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî divê Sûriye ne ‘dewleteke mezhebî' be û li welêt pêwistî bi "nûnertiyên reveberiyên herêmî" heye.
    Herwisa di wê belavokê de tê xwestin ku ji bo civaka sivîl a Sûriyeyê, nasnameya neteweyî û hemû cudahiyên dîn, şaristanî û çandî yên li Sûriyeyê rêz were girtin. Staffan de Mistura li gel vê yekê di belavokê de behsa 'Artêşa Neteweyî' û 'Teçhîzatên ewlehiyê yên li gorî destûra bingehîn" jî kir.

    Ligel vê yekê Komîteya Mizakereyan a Bilind, ku platformên Qahîre û Moskowê jî di nav de ne, ji bo belavoka de Mistura bersivek da.

    Komîteyê di bersiva xwe de bal kişand ser peyva ‘Erebî', da ku ji ‘Komara Erebî ya Sûriyeyê' were derxistin û bi tenê ‘Sûriye' bimîne û herwisa prensîba nenavendîkirinê û parastina mafên Kurdan û etnîsîteyên din pejirand.

    Cîgirê Seorkê Opozîsyona Sûriyeyê û Hevpeymana Nîştimanî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Ebdulrehman Mistefa jî ji bo Sputnikê diyar kiribû ku hevdîtinên Cenev-8an duhî li bajarê Cenev ê Swîsreyê dest pê kir û di van hevdîtinan de pêvajoya siyasî, destûra bingehîn û hilbijartin tên nîqaşkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Em di hevdîtinên Cenev-8an de pêvajoya siyasî mizakere dikin'
    De Mistura: Ez ê li gel Lavrov û Şoygû Cenev û Konferansa Sûriyeyê gotûbêj bikim
    Dîroka hevdîtinên Cenev-8ê diyar bû
    Rûsya: Kongra Dîyaloga Niştîmanî nakeve şûna kongreyên Cenev û Astanayê
    Muxalifê sûriyeyî: Em li Cenev 7ê pêvajoya siyasî muzakere dikin
    Etîketan:
    rêveberiyên herêmî, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Staffan de Mistura, Cenev, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de