02:28 25 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel

    Spiegel: Serdana Gabriel ji aliyê Iraqê ve hat asteng kirin

    © Sputnik / Vitaliy Belousov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor nûçeya kovara Der Spiegel ya almanî, birêveberiya Iraqê bû asteng ji bo zîyareta Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê ku dê ji bo navbeynkariyê biçûya Herêma Kurdistanê.

    Li gor nûçeya DW Tirkî ku ji kovara Der Spiegel veguhastiye Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, gera Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel bi awayekî ne dîplomatîk asteng kir. Li gor nûçeyê wezîrê alman dixwest ewilê biçe Bexdayê paşê jî biçe Hewlêrê û dîplomasiya hat û çoyê bike. Gabrielê ku dixwest di serê meha mijdarê de bi hikûmeta Iraqê re hevdîtinan pêkbîne, bi nêt bû ku paşê biçe Hewlêrê da ku aliyan ji bo muzakereyê qanî bike. Hikûmeta Iraqê ji Wezareta Karên Derve ya Almanya re ragihandin ku Gabriel dikare were Bexdayê lê ew naxwazin ku Gabriel biçe Hewlêrê. Li ser vê yekê Serokwezîra Almanya Angela Merkel kete dewrê. Dema axaftina telefona yê Merkel a bi Ebadî re jî encam neda, Gabriel serdanên xwe yên fermî bi temamî betal kirin.

    Têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê depiştî referandûma serxwebûnê ku di 25 Îlonê de hatibû li darxistin xera bibûn. Birêveberiya Iraqê li hember referandûmê wekî bertek operasyon biribû ser Kerkûkê û herêmên bi nakok û kontrola wan ji pêşmergeyan stendibû. Herwiha hikûmeta Iraqê li Herêma Kurdistanê firînên balafirgehan jî asteng kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Tirkiye bi peşengiya Erdogan nikare têkeve Ewropayê
    Ji Almanya û Fransa daxuyaniya Kurdistanê
    Almanya: Kurdan soz daye, dê piştevaniya pêşmerge berdewam be
    Almanya: Em hêvî dikin dîsa Pêşmergeyan perwerde bikin
    Almanya: Em ji eleqeya Kurdan têdigihên, lê referandûmê em xemgîn kirin
    Krîza di navbera Almanya û Tirkiyeyê de kûrtir dibe
    Etîketan:
    asteng, birêveberî, serdan, Kovara Der Spiegel, DW tirkî, Heyder Ebadî, Sigmar Gabriel, Iraq, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de