09:44 20 Nîsan 2018
    Têkiliyên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê YE

    Piraniya Ewropayiyan dixwazin têkiliyên li gel Rûsyayê werin başkirin

    © Sputnik / RIA Novosti
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lêkolîna di çarçoveya Sputnik.Nêrînê de hat lidarxistin, derxist holê ku piraniya welatiyên Îngiltere, Almanya, Polonya û Fransayê dixwazin têkiliyên di navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE) de tavilê werin başkirin.

    Ji sedî 87ên Almanî yên beşdarî lêkolînê bûn, anî ziman ku ew dixwazin têkiliyên YE û Rûsyayê di demeke zûtir de werin başkirin. Hat diyarkirin ku ev nêrîn li gorî welatiyên li rojavayê Almanyayê, di nava welatiyên li rojhilatê Almanyayê de zêdetir e û hat destnîşankirin ku Almanên çepgir piştgiriyê didin ku têkiliyên baş ên li gel Rûsyayê bi awayekî aktîf werin berdewamkirin.

    Li Fransayê rêjeya kesên ku dixwazin hevkariya di navbera Moskow û Brukselê de were xurtkirin, gihîşt ji sedî 79an. Hat derbirîn ku piraniya Fransiyên ku vê nêrînê tînin ziman, ji rastgir, rastgirên navîn û lîberalên sosyal pêk tê.

    Sputnik Nêrîn
    © Sputnik /
    Sputnik Nêrîn

    Hat diyarkirin ku ji sedî 68ên Îngilîzan û ji sedî 85ên Polonyayiyan dixwazin hevkariya li gel Rûsyayê were xurtkirin û bal hat kişandin ku li van her çar welatan piraniya xwediyê vê nêrînê ji kesên 65 salî û ji vî temenî mezintir pêk tê.

    Ji bo lêkolîna ku ji aliyê şîrketa Ifop a Fransî ve di 20-27ê Îlona 2017an de hat lidarxistin, 3 hezar û 228 kesên ji 18 salî mezintir beşdar bûn. Lêkolîn li gorî zayendî, temen û erdnîgariya nifûsê hat birêvebirin û div ê lêkolînê de ji bo daneyên li tevahiya welêt para xeletiyê ji sedî +/- 3.1, navbira ewlehiyê jî ji sedî 95 e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa Rûsyayê çekên elektromanyetîk li Sûriyeyê bikar anî'
    Şandeya Rûsyayê di vekirina konferansa opozîsyona Sûriyeyê de beşdarî kir
    Rahênerê tîma Rûsyayê Çerçesov, çû pişkînina stadyûma Kalînîngradê
    Ji Rûsyayê pêşniyara astengkirina Googlê
    Ji bo Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê seferên otobûsan tên kirin
    Erdogan: Encamên ku ji ber têkiliya bi Rûsyayê re me bi dest xistin pir girîng in
    Etîketan:
    beşdar, başkirin, têkilî, Şîrketa Ifop a Fransî, Îngiltere, Polonya, Almanya, Fransa, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de