16:48 25 Hezîran 2018
Kaliforniya

Çapemeniya Brîtanî got qey "xeyaletekî rûsî" dîtine

© REUTERS / Stephen Lam
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Saziyên giring yên çapemeniya Brîtanya rojanmeyên wekî The Sun, Daily Mail û Mirror, idîa kirin ku di nav avên li dora eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê de bermahiyên "keştiyeke xeyaletî ya aîdê Rûsan" hatine dîtin. Lê bermahî aîdê aîdê keştiyeke tankêrî ya Amerîkayê bûn ku di salên 1930an de xewr bibû.

Rojnameyên Brîtanî yên The Sun, Daily Mail û Mirror nivîsîn ku di nav avên Kalîforniyayê de bermahiyên "keştiyeke xeyaletî ya rûsî" dîtine ku bûye hêlîna mişkan. Hat îdîakirin ku keştî di sala 1976an de hatiye çêkirin û di sala 2013an de dema ku bikin xurde ji Kandayê dibirin Komara Domînîkê de wenda bûye û keştiya Rûsî ya hesînî a bi navê ‘Lyubov Orlova' ye.

Ji hêla din ve di nûçeyan de belgefîlmekî Science Channel wekî çavkanî hat nîşandan. Lê belê di belgefîlmê de tê gotin ku ev bermahî ne yên "keştiya xeyaletî" ‘Lyubov Orlovo'ne, lê yên tankereke ku ji salên 1930an ve di avên Kalîforniyayê de ye û aîdê Amerîkayê ye.

Herwiha gerînendeyê şîrketa İnvestStroyTrest ya neqliyeya bi keştiyan Vladîmîr Baranov jî diyar kir ku keştiya ‘Lyubov Orlovo' di nav ev qas deme dê nakeve vî halî de û herwiha keştî ne li Pasîfîkê lê di okyanûsa Atlantîkê de wenda bûye.

 

Bi heman mijarî:

Sûriye: Amerîka û Brîtanya madeyên toksîkê bo terorîstan peyda dikin
Berdevkê Pêşmerge: Amerîka Brîtanya û Almanya dê pêşmerge perwerde bikin
Rûsya: Em û Brîtanya piştevanê hev in
Brîtanya: Bi YPGê re operasyona Reqayê şaşî ye
Trump mijara Sûriyeyê bi Brîtanya û Almanyayê re gotûbêj kir
Brîtanya em raste rast pişgiriyê didin vê êrîşê
Brîtanya: Dijberiya Tirkiye û YPGê ne li gorî berjewendiyên me ye
Etîketan:
xeyalet, Keştî, Vladîmîr Baranov, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de