22:16 20 Hezîran 2018
Rojava

Femînîstên Fransî ji bo piştgiriya kurdan şahiyeke şevê li dar xist û strana kurdî xwend

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Ewropa
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 30

Şeva 18ê Mijdarê li Fransayê ji aliyê Femînîstên Fransî ve ji bo piştgiriya kurdan şahiyeke piştgiriyê hat lidarxistin. Di wê şevê de akademisyenê kurd ê li Fransayê Engin Sustam di çarçoveya ‘Siyaseta Şer û Otorîterîzm'ê de axaftinek pêş keş kir.

Şeva 18ê Mijdarê li bajarê Toulouse yê Fransayê ji aliyê Femînîstên Fransî ve ji bo piştgiriya Rojava û kurdên li Tirkiyeyê şahiyeke piştgiriyê hat lidarxistin. Di wê şeva piştgiriyê akademisyenê kurd ê li Fransayê Engin Sustam di çarçoveya ‘Siyaseta Şer û Otorîterîzm li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê' de axaftinek pêş keş kir.

Sustam di derbarê şevê de ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Ev şeva piştgiriyê ji aliyê komeke Femînîstên Fransî ve ji bo piştgiriya kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê hat sazkirin. Ji bo wê şevê ez wekî axêver hatibûm vexwendin û em li ser siyaseta şer û otorîteryenîzma li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê axivîn."

Di wê şevê de piştî axaftinê komeke Femînîstên Fransî derketin ser dikê û strana kurdî ya navdar ‘Keça Kurdan' xwendin. Di wê şevê de bi taybetî di çarçoveya piştgiriya ji bo jin û zarokên kurd ên Rojava û Tirkiyeyê jî hinek çalaki hatin lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Hêzeke 1500 kesî ya ASAyê li rojavayê Efrînê bi cih bû
Haşdî Şabî li êniya rojavayê Dicleyê dest bi êrişa Pêşmerge kir
Artêşa Iraqê ji bo rizgarkirina rojavayê Enbarê dest bi operasyonê kir
Fermandara Mihwera Rojavayê Dicleyê ji bo Şingalê daxuyaniyek da
HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
Rojavayê Mûsilê li ber rojnamevanan hat girtin
Etîketan:
piştgirî, Femînîstên Fransî, Akademisyenê kurd, Engin Sustam, Toulouse, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de