01:03 19 Kanûn 2017
Zindî
    Angela Merkel - G20

    Li Almanya hevdîtinên bo koalîsyonê têkçûn

    © REUTERS/ Axel Schmidt
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Almanya û Seroka Partiya Yekîtiya Xrîstiyanên Demokrat Angela Merkel ragihand ku wê di hevdîtinên ji bo pêkanîna koalîsyonê de yên bi Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad re her rêbaz ceribandiye û gotiye: "Me bawer dikir ku em li ser rêyekê ne ku em ê li hev bikin"

    Serokwezîra Almanya û Seroka Partiya Yekîtiya Xrîstiyanên Demokrat Angela Merkel ragihand ku wê ji bo avakirina kolaisyonê bi partiyên wekî Yekîtiya Xrîstiyanan, Partiya Demokratên Azad û Partiya Keskan re her rêbaz ceribandiye.

    Merkel di hevdîtinên pêş yên ji bo avakirina "Koalîsyona Jamaikayê" de piştî ku FDPê xwe vekişand, bi serokê Partiya Yektiya Civakî ya Xrîstiyan Horst Seehofer re daxuyaniyek da.

    "EZ Lİ BER KETIM KU ÇARESERIYEK PÊK NEHAT"

    Merkel ragihand ku wan 4 hefteyan pê vê muzakereyên dijwar kirine û weha pê de çû: "Ez dikarim bêjim ku di mijara peyde kirina çareseriyekê de me tu rê nehiştin ku me bi CDU û CSUyê re ne ceriband." Merkel diyar kir ku ew xemgîne ji bo ku çareseriyek peyde nekirine û got "ME bawer dikir ku em ê li hev bikin." Merkel da zanîn ku di hevdîtinan de mijara navendî mijara koçê ye ku di vê mijarê de di navbera CDU/CSU û FDPê de ferqeke mezin tuneye û mimkûne ku ew û Keskan li hev bikin.

    Merkal aşkere kir ku ew bi rastiya ku hevdîtinên pêş biserneketine rûbirû ne û weha berdewam kir: "Sibehî ez ê bi serokomar re têkiliyê deynim û derbarê vê rewşê de wî agahdar bikim. Piştî wê em ê binerin bê ka geşedan çawa dibin.Em CDU û CSU bi hevre, ji bo welêt em ê di demên zehmet de berpirsiyariyê bigrin ser xwe."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Em hêvî dikin dîsa Pêşmergeyan perwerde bikin
    Almanya: Em ji eleqeya Kurdan têdigihên, lê referandûmê em xemgîn kirin
    Almanya bi fermî dê Tirkiyeyê veto bike
    Almanya: Referanduma serxwebûnê mafê rewa yê kurdan e
    Almanya: Pirsgirêka me ne bi Tirkiye, bi Erdogan re ye
    Almanya: Hişyariyê me yên li dijî Tirkiyeyê bandora xwe nişan dide
    Etîketan:
    agahdar, daxuyanî, Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de