01:12 19 Kanûn 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Ingilistanê (Brîtanya)

    ‘Em ê Kurdistanê ji vê pêvajoya dijwar xelas bikin'

    © Sputnik/ Alexandr Yuriev
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Îngîltereyê li Iraqê Jonathan Wilks di hevdîtina li gel Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand ku Îngîltere piştevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û dê alîkar be ku Herêma Kurdistanê ji vê qonaxa dijwar derbas bibe.

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî Balyozê nû yê Îngîltereyê Jonathan Wilks û heyeta pê re kir. Ofîsa Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê ragihand ku di civînê de gotûbêj derbarê bihêzkirina têkiliyên navbera herdu welatan de hate kirin û balyoz Jonathan Wilks tekez li ser vê yekê kir ku welatê wî piştgîriya mafên destûrî yên Kurdistanê dike.

    Li gorî daxuyaniyê Wilks diyar kir ku ji bo Kurdistan bikaribe wê qonaxa dijwar derbas bike, London dê alîkariya Kurdistanê bike, da ku Kurdistan jî bilez pêşkevtinên aborî, darayî û avedankirinê bi xwe bibîne.

    Wilks derbarê rewşa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî piştgîriya welatê xwe bo danûstandineke aştiyane û li ser esasê Destûra Bingehîn a Iraqê bo çareseriya tevahiya kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de diyar kir.

    Herwiha Mesrûr Barzanî jî derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotiye: "Piştgîriya civaka cîhanî bo destpêkirina diyalogeke aştiyane ya rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek girîng e."

    Bi heman mijarî:

    Îngîltere: Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne
    Îngîltere ji bo şopandina referandumê heyetekê dişîne Kurdistanê
    Îngîltere: Îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê
    ‘Ji bo yekbûna hêzên Pêşmerge Amerîka, Îngîltere û Almanya rol dilîzîn'
    Parlamenterê libyayî: "Li pişta êrişên baregeha petrolê Îtalya û Îngîltere hene"
    May: "Îngîltere û Amerîka dikarin dîsa serokatiya cihanê bikin"
    Balyozê Îngîltere yê YEyê diyar bû
    Etîketan:
    Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê, Balyozê Îngîltere yê Iraqê, Mesrûr Barzanî, Jonathan Wilks, Kurdistan, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de