22:38 17 Kanûn 2017
Zindî
    Siyasetmedarên Katalanî - Dadgeh - Belçîka

    Biryara îadekirina Pûîgdemont hat taloq kirin

    © REUTERS/ Yves Herman
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûniştina dadgeha ku ji bo îadekirina Îspanyayê ya Serokê Katalanî Carles Pûîgdemont û 4 wezîrên berê yên Katalan ji bo 4 Berfenbarê hate taloq kirin. Dozgeriya Belçîkayî daxwaz kir ku siyasetmedarê Katalanî ji bo Îspanya werin îade kirin.

    Serokê berê yê Rêveberiya Xweser ya Katalonya Carles Pûîgdemont û 4 endamên hikûmeta Katalan ku hatibû feshkirin yên ku Îspanyayê derbarê wan de li hemû Ewropyaê biryara girtinê derxistibû li Brûksela paytexta Belçîkayê derketin pêşbêrî dadgehê.

    DADGEH BO 4ê BERFENBARÊ HATE TALOQ KIRIN

    Di rûniştina ewil ya doza îadekirina ji bo Îspanyayê ya Pûîgdemont û 4 siyasetmedarên Katalanî biryar derneket. Li gor nûçeya DW Tirkî, di rûniştina li pşa deriyên dadayî ku ji saetekê zêdetir ajot de parêzerê Pûîgdemont Paul Bekaert daxuyaniyek ragihand û diyar kir ku doz ji bo 4ê Berfenbarê hatiye taloq kirin. Bekaert daye zanîn ku dozgeriyê xwestiye daxwaze îadeyê were bi cî anîn lê belê hîn jî derfêta wan heye ku parêznameya nivîkî bidin û hîn biryar derneketiye.

    ‘JI BO HEMÛ ALÎ AMADEKARIYÊN PÊWIST BIKIN…'

    Di daxuyanî ku serdozgeriyê ragihandiye de hatiye gotin ku, " ji bo hemû alî amadekariyên pêwist bikin û helwesta xwe ya ji bo daxwaza îadeyê nîşan bidin doz hatiye taloq kirin." Tê payin ku di rûniştina 4ê Berfenbarê de Pûîgdemont û 4 siyasetmedarên din parastian xwe bikin.

    RAJOY: EZ Ê BIRYARA DADGEHÊ BI RÊZDARÎ PÊŞWZÎ BIKIM

    Tê texmînkirin ku ji dadgehê heke biryara girtin û îadekirina siyasetmedarên Katalan derkeve dê Pûîgdemont serî li temyîzê bide. Tê diyar kirin ku heke biryar bo temyîzê biçe, derketina biryarekê dê bi mehan biajo. Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy jî diyar kiribû ku dê her biryara dadgeha li Brukselê bi rêzdarî pêşwazî bike. Rajoy di daxuyanîya xwe ya ku li bajarê Goteborga Swedê kiribû de ragihandibû ku: "Ew ji hiqûqê bawer dike û bi taybetî rêzê ji biryarê wê re digre û rîayetî wan dike."

    BI SERHILDANA LI HEMBER DEWLETÊ TÊN TAWANBAR KIRIN

    Piştî ku Parlamentoya Katalonyayê di 27ê Cotmehê de serxwebûn ragihand bû, Madrîdê qanûna 155. xistibû meriyetê û hikûmeta Katalan fesh kiribû. Piştî vê Pûîgdemont û 4 wezîrên Katalan derbasî Belçîkayê bibûn.

    Madrîdê jî derbarê Pûîgdemont û siyasetmedarên din de li hemû Ewropyaê biryara girtinê derxistibû û ji Belçîkayê îadekirina siyasetmedarên Katalanî xwestibû. Pûîgdemont û siyasetmedarên din di 5ê Mijdarê de xwe radestî polîsên Belçîkayê kiribûn û di dadgehê de bi şert hatibûn berdan. Siyasetmedarên Katalanî bi ‘serhildana li hember dewletê, teşwîqkirina serhildanê û bikaranîna xerab ya malên raya giştî" hatibûn tawanbar kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Îspanya: Dibe ku em destûra referandûmên serxwebûnê bidin
    Îspanya li Ewropa fermana girtina serokê Katalonya derxist
    Serokê Katalonyayê: Em biryara Îspanya ya fesihkirina rêveberiya xweser qebûl nakin
    Îspanya rêveberiya xweser a Katanloyayê fesih dike
    CSKA Moskowa: Ji me re gotibûn Îspanya germ e
    Etîketan:
    parêzer, siyasetmedar, dadgeh, DW tirkî, Paul Bekaert, Carles Pûîgdemont, Marîano Rajoy, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de