01:20 19 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Yekîtiya Ewropa ji ber sedemên siyasî fonên Tirkiyê dibire

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sedema ku ‘Tirkiye ji standartên Ewropayê veqetiyaye' biryara da ku fonên Tirkiyê kêm bike. Bi vê birayrê YEyê cara ewilê wê bi sedemeke siyasî fonên Tirkiyê kêm bike.

    Li gor nûçeya Kayhan Karaca yê nûçegîhanê DW Tirkî, YEyê biryara girtiye ku di budçeya 2018an de, dê ji fonên ku ji bo Tirkiyê hatine pêşbînîkirin, 105 milyon eûroyan bibire. Wekî sedema biryarê jî geşedanên siyasî yên li Tirkiyê hatin nîşandan.

    Biryar piştî muzakereyeke 16 saetî ya di navbera dewletên YEyê de ku ji bo budçeya 2018an de hatibû lidarxistin hate girtin. Parlamentoya Ewropa jî beşdarî muzakereyan bû ku kêmkîrina budçeya Tirkiyê bi dijwarî diparêze û di mijara budçeya YEyê de xwedî erkeke teqeze.

    Raportorê budçeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Siegfried Mureşan di daxuyanya ku piştî muzakereyan de ragihand de, wekî sedema kêmkirinê "veqetîna Tirkiyê a ji standartên Ewropayê nîşan' da. Di budçeya sala were ya YEyê de ji fonên ku ji bo beşdariya Tirkiyê hatibûn pêşbînikirin dê 105 milyon dê eûro werin birîn.

    Bi heman mijarî:

    HDP ji bo hevserokên girtî li Ewropa ye: Pêşî li vê bêhiqûqiyê bigirin
    Wezîrê tirk: Em mehê 15 hezar penaber bişînin Ewropa bila şaş bibin
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Tirkiye: Piştgiriya Yekîtiya Ewropa ji bo Hollandayê xeter e
    Esad: Amerîka Ewropa û Îsraîl piştgirî didin terorîstan
    Sirbîstan li ser 'artêşa Kosovayê' ji Ewropa, Amerîka û Rûsyayê alîkariyê dixwaze
    'Bêyî Rûsyayê nepêkan e Ewropa were înşakirin'
    Etîketan:
    budçe, Tirkiye, fon, DW tirkî, Kayhan Karaca, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de