22:44 12 Kanûn 2017
Zindî
    Xweza

    Li Estonyayê Giraveke Femînîst: Kihnu

    © Sputnik/ Tatiana Sourenkova
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li girava Kihnu ya bi ser Estonya ve, ji ber ku mêr deryavaniyê dikin û demeke dirêj ya salê ne li malê ne tenê jin serdestên giravê ne. Li Kihnu ya ku wekî "girava Femînîst" tê pênase kirin, jin hem bi amurên xwecihî kêf û şahiyê dikin û hem jî rêveberiya giravê dikin.

    Girava Kihnu ku ji çar gundan pêk tê bi ser Estonya ve ye ve di deryaya Baltik de cî digre. Taybetiya vê giravê ya ku wê derdixe pêş jî ewe ku giravê jin birêve dibin. Nifûsa Kihnu ji ber ku zilamên wê bi gelemperî bi deryavaniyê ve mijul in û demeke dirêj ya salê li derve ne ji 400 jinan pêk tê.

    Li gor belgefîlma ku kana Great Big Stroy kêşaye li giravê zarok fêrî zaravaya Kihnuyê û jenandina amurên xwecihî dibin. Li girava ku jinên wê cilên xwe yên kevneşopî li xwe dikin û amurên xwe cihî dijenin û kultura xwe diparêzin, hemû karên rojanê ji aliyê jinan ve tên kirin. Jinên giravê bi gelemperî li navenda komê ku wekî muzexaneya bajêr tê bikaranîn kom dibin û li ber muzikên xwe yên gelerî direqisin û stranan dibêjin.

    Jinên ku di hilberînê jî dikin, li hember jiyana ku carinan zehmet û zor û carinan jî bi kêf û şahiyê têdikoş in.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê barana gij û bahozê jiyan tarumar kir
    Li navçe û navenda Colemêrgê jiyan rawestiya
    Li Amedê jiyan rawestiya
    Meclisa Ekolojiyê ya HDPê: Li Kurdistanê jiyan tê şewitandin!
    Leylana tijî-jiyan li cihê komkujiya hovan
    Demîrtaş: "Bila jiyan kêliyek be, lê bi rûmet be"
    Etîketan:
    jiyan, jin, Estonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de