18:02 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ekrana sînemayê - sînema

    Li Leipzigê Hefteya Rojên Filmên Kurdî dest pê dike

    © AFP 2017/ MOHAMMED ABED
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 10

    Li bajarê Almanya Leipzigê ev cara sêyemîne ku Hefteya Rojên Filmên Kurdî birê ve diçe. Rêvebirê mîhrîcanê Xoşevîst derbarê lidarxistina mîhrîcanê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku rojên fîlman ji aliyê çend kesên dilsozên sînemayê ve bêy piştgiriya saziyan têne li darxistin û piraniya beşdarên fîlmê ne kurd in.

    Li sêyemîn bajarê mezin yê Almanyaya Rojhilat Leipzigê  festîvaleke fîlmên kurdî birêve diçe. Festîvala ku di destpêkê de ji aliyên çend xwendevan û dilsozên sînemayê yên kurd û alman ve hatibû destpêkirin îsal cara sêyemîn e ku birê ve diçe. Festîvala ku li Leipziga ku gelekî kêm kurd lê hene, ji almanan eleqeyeke mezin dibîne. Xoşevîstê ku yek ji birêvebirên festîvalê yê, yê ji saziya `Doz e. V.` ku festîvalê organîze dike ji Sputnik Kurdistan re derbarê festîvalê de axifî.

    Xoşewîst da zanîn ku Heftiya Rojên Filmên Kurdî di sala 2015 de dest pê kiriye û weha berdewam kir: "Dema ku dest pê kir 4 kesan ji ofîsa ya `Doz e. V.` li ser kar dikirin. Ev 4 kes xwendekar û çalakvanên alman û Kurd bûn. Di sala 2015an de şaredariya bajarê Leipzigê piçekî alîkariya me kir lê pir hindik bû. Lê alîkarî ji saziyên Kurdan yan jî dewletên din tune ye."

    "PIRANIYA KESÊN TÊN TEMAŞEYA FÎLMAN NE KURD IN"

    Xoşewîst diyar kir ku ev cara sêyemîne ew Heftiya Rojên Filmên Kurdî li Leipzig li dardixin û axaftina xwe weha berdewam kir: "Ji ber ku gelê Kurd li Leipzigê hindike pirê kesên beşdarî festivalê dibin ji milletê alman in. Bi rastî ev dema yekemîn e ku di bajarê Leipzig de fêstîvalek ji bo filmên Kurdî heye. Millet pir tê rojên flmên Kurdî û sîneme herdem tije dibe. Pirê milletê ku hazir dibe ew xwendekar û ciwan in û yên kar jî dikin hene. Milletê hazir dibe razî ye ji vê fêstivala biçûk û bi hebûna fîlmên kurdî kêfxweşe. Her sal di fêstivalê de bi awayekî ku her evar bibe guftûgo li dardikevin û millet bi kesên Doz e. V. Re li ser filman diaxivin."

    "JI HER BEŞÊN KURDISTANÊ FILM HENE"

    Xoşewîst ragihand ku dê îsal festival 3 rojan bidome û her roj ew dê 2 filman nîşan bidin û weha axifî: " Ev film yan Dokumentar in yan jî Fictionin. Di sala 2015de di dawiya festîvalê de me konserek jî li darxistibû. Filmên ku tên beşdarikirin ji hemû beşên Kurdistanê ne. Îsal filmên me ji Kurdistana Tirkiyê û ya İran ê ne."

    "EM DIXWAZIN ZILMA LI KURDAN BÛYE NÎŞANÎ CÎHANÊ BIDIN"

    Xoşewîst li ser mebesta vê festîvalê de jî weha got: "Me li Leipzigê dest bi vê festîvala piçûk kir ji ber ku milletê Kud li Leipzigê hibdikbûn û pir ê millet elman in. Huner û kultura kurdî nizan in. Ji ber vê me ev festîval da destpêkirin ku wekî gava yekemîn ku em huner û kultur û ziman ê Kurdî li Leipzigê bidin nasîn. Sedemek din ya vê festivalê jî ewe ku em dixwazin ev zilm û zor î sitem a li ser Kurdan ya li hemû perçeyên Kurdistanê hatiye kirin em nîşanî miletê din yên cîhanê bikin."

    Xoşewîst diyar dike ku saziya wan Doz e. V. ji bo Heftiya Filmên Kurdî li Leipzigê nikare diyariyan bide ji ber ku alîkariya aborî ji wan re tuneye û dibêje: "Ji ber vê jî em her sal vê festival ê bi destên xwe bê alîkarî çedikin û em dixwazin ku ev festival sal bi sal bêtir pêşkeve."

    Bi heman mijarî:

    Spûtnîk Kurdistanê xelat wergirt
    Bi navgîneke hewayî xelat bi bûkê ve kirin
    Ji bo dîtina her kurdekî xelat tê dayîn
    Her du keçên kurd Nadiye Murad û Lemiya Beşar xelat wergirtin
    Nûnerê Serokê Amerîkayê Pêşmerge Xelat kir
    Wênegirê kurd li Moskovayê xelat stand
    Etîketan:
    festîval, fîlm, sînema, Xoşewîst, Leipzig
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de