14:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Ingilistanê (Brîtanya)

    Îngîltereyê jî piştgirî da biryara Kurdistanê

    © Sputnik/ Alexandr Yuriev
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniya Netewên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) Îngîltereyê jî bi fermî piştgirî da biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

    Îngîltereyê di daxuyaniyekê de ragihand ku London pêşwazî li daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku têde pêşwazî li biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê kiriye ku amaje bi madeya yek a Destûra Iraqê dike. Hikûmeta Îngîltereyê diyar kir ku ew piştgiriya iraqeke demokrat, yekgirtî û bi îstiqrar dikin.

    Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihandibû ku em rêzê li biryarê digirin û pêwîst e ev yek bibe bingehek bo destpêkirina diyalogeke niştimanî û piralî bo çareserkirina nakokiyan.

    Herwiha Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî dan helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îngîltere: Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne
    Îngîltere ji bo şopandina referandumê heyetekê dişîne Kurdistanê
    Îngîltere: Îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê
    Parlamenterê libyayî: "Li pişta êrişên baregeha petrolê Îtalya û Îngîltere hene"
    May: "Îngîltere û Amerîka dikarin dîsa serokatiya cihanê bikin"
    Etîketan:
    Îngîltereyê piştgirî da biryara Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kurdistan, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de