05:00 22 Mijdar 2017
Zindî
    Ekrana sînemayê - sînema

    Fîlmê kurdî li Fransayê 2 xelat stendin

    © AFP 2017/ MOHAMMED ABED
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4520

    18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata "Baştirîn Derhênerî" a jûriyê û "Baştirîn fîlm" ya temaşevanan wergirt.

    Fîlmê Zagros çîroka şivanekî kurd yê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Zagros vedibêje. Ji bo wî Kurdistan cennet e lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin Belçîkayê. Leheng pir ji welatê xwe hez dike lê ji ber hevjîna xwe Havînê û keça xwe neçar dimîne ew jî biryar dide li pey wan biçe Belçîkayê. Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan dibihîze û êdî weke berî jê hez nake. Lewma dixwaze careke din vegere welêt.

    Fîlm bi piranî li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê, li Yûnanîstan û Belçîkayê hatiye kişandin. Di fîlmê Zagros de lîstikvan Feyyaz Duman, Suat Usta, Yusuf Çetin, Maaike Neuville, Halima Ilter û hunermend Hozan Brader dilîzîn. Dêrhêneriya fîlmî Sehim Omer Xelife kiriye.

    Herwiha Fîlmê Zagros di 44emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê de jî xelata sereke ya "Grand Prix" jî wergirtibû.

    Bi heman mijarî:

    Lihevnekirina PDK û YNKê li ser parêzgarê Kerkûkê û encamên wê
    ‘Serdana Erdogan bo Rûsyayê tenê bi kêrê firotina firingiyan hat'
    Ji bo parlamentera HDPê biryara tehliyekirinê hat dayîn
    Berdevkê Koalîsyonê ji bo HSD got: Em şirîkên xwe diparêzin
    Lavrov: Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê bi rojeva Sûriyê bicivin
    AYM ji bo parlamenterên girtî yên HDPê sibe biryar dide
    Etîketan:
    Belçîka, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de