11:24 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Macron: Pêwistiye peymana nukleerî bi hinek revîzyonan heye

    © AFP 2017/ ERIC PIERMONT
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku divê peymana nukleerê ya ku di sala 2015an de di navbera Îran û dewletên Encûmena Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye îmzekirin divê were parastin, lê di şertên niha de pêwistiya vê belgeyê bi hinek revîzyonan heye.

    Macron di civîna çapemeniyê a ku li Dûbaiyê hate li darxistin de li ser mijarê axifî û weha got: "Divê em peymana ku di sala 2015an de hatiye îmzekirin biparêzin. Lewra vekişîna ji vê peymanê an dê bibe sedema şerekî an jî dê bibe sedema rewşeke wekî ya niha ku bi Koreyê tê jiyîn û dê bibe sedema bê kontroliyeke mezintir."
    Macron ragihand ku di heman demê de ev peymana 2015an de êdî ne bi hurgiliye û divê hinek rêzikên nû lê werin zêde kirin û weha pê de çû: "Li gel vê yekê jî ez difikirim ku peymana 2015an êdî terê nake. Hewce nake ku dîsa peyman were darîçav kirin an jî betal kirin, lê belê divê du rêzikên nû li peymanê werin zêde kirin."

    "DIVÊ SÎNORÊN BERNAMEYA NUKLEERÎ ZELALTIR WERIN XÊZ KIRIN"

    Nêçîrvan Barzanî
    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Serokê Fransayê balkêşand ser ku divê çalakiyên Îranê yên balîstîk ên li herêmê ku "gelekî xeternakin" werin nîqaş kirin û herwiha divê ku sînorên bernameya nukleerî ya Îranê zelaltir were xêz kirin. Macron herwiha ragihand ku divê "hegemonyaya Îranê ya li herêmê jî were sînordar kirin."
    Peymana nukleerî ya di navbera Îranê û dewletên Encûmena Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (DYA, Brîtaniya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya) ku di sala 2015an de hatibû îmze kirin yek ji mijarên ku herî zêde serokê Amerîkayê Donald Trump îtîrazan lê dike ye. Trump ev peyman wekî "Di dîroka Amerîkayê de peymana herî xerab ya hatiye çêkirin" pênase kiribû û peyam dabûn ku li hember Îranê ew ê gavên zexm biavêjin.

    TRUMP FERMAN DABÛ KONGREYÊ

    Berî niha Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku dê ew ji peymana nukleerî ya bi Îranê re ji bo niha ne veqetin lê ev peyman peymaneke xerabe û fersendê dide Îranê ku bernameya xwe ya çekên nukleerî berdewam bike û gotibû min ferman daye kongreyê ku "kêmasiyên" peymanê temam bikin. Herwiha Trump dabû zanîn ku dema ev pêk neyê ew ê înîsîyatîfê bigre û peymanê bi dawî bike.

    Bi heman mijarî:

    Macron îro li Koçka Elysseyê referandûma serxwebûna Kurdistanê dinirxîne
    Lêvy: Macron, Barzanî û Ebadî vedixwîne Parîsê
    Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
    Macron bi Trump re civîya û got: Karê me yê pêşî ne çûna Esad e
    Macron: Rêzê li Pûtîn digirim û amade me pê re vekirî biaxivim
    Fransa: Di êrîşên li dijî baregeha hilbijartin ê Macron de şopa hackerên rûsî nehat dîtin
    Etîketan:
    balîstîk, nukleerî, peyman, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de