07:58 18 Kanûn 2017
Zindî
    Carme Forcadell

    Ji bo seroka Parlamentoya Katalonyayê biryara girtinê hat dayîn

    © REUTERS/ Sergio Perez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Bilind Îspanyayê ji bo Seroka berê ya Parlmentoya Katalonyayê Carme Forcadell biryara girtinê da. Li gorî biryara dadgehê ger Forcadell 150 Avro bide, wê bi şert were azadkirin.

    Piştî biryara serxwebûnê ya ku di 27ê Cotmehê de li Parlamentoya Katalonyayê hat girtin, bo Seroka berê ya Parlmentoya Katalonyayê Forcadell û 5 endamên lijneya dîwana parlamentoyê de ji aliyê Serdozgeriyê ve bi tohmetên "serîhildana li dijî dewletê, raperîn û bikaranîna malê dewletê bi awayekî xerab" hatin sûcdarkirin û li Dadgeha Bilind îfade dan.

    Dadgerê Dadgeha Bilind Pablo Llarena daxwaza serdozgeriyê ya darizandina bi girtî qebûl nekir û daxuyand ku ger Forcadell piştî ketina girtîgehê 150 Avroyan bide wê bi şert serbest were berdan. Dadger 4 endamên lijneyê bi kefaleta 25 hezar Avroyan, endamek jî bê şert serbest berda.

    Endamê lijneyê Josep Juan Noet ê ku serbest hat berdan, di dema ragihandina serxwebûna Katalonya ya yekalî de li dijî serxwebûnê derketibû.

    Ligel vê yekê Seroka berê ya Parlmentoya Katalonyayê Forcadell li dadgehê parast ku ragihandina serxwebûnê ya yekalî tiştekî ‘sembolîk' bû.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Katalonyayê Puigdemont yê ku biryara desteserkirina wî hatibû dayîn teslîm bû
    Korsîkayê serxwebûna Katalonyayê nas kir
    Amerîka li dijî serxwebûna Katalonyayê derket
    Senatoya Spanyayê gava ewil li dijî biryara Katalonyayê avêt
    Katalonyayê serxwebûn ragihand
    Etîketan:
    girtin, Seroka berê ya Parlmentoya Katalonyayê, Carme Forcadell, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de