11:52 27 Nîsan 2018
    Serokê berê yê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê

    Serokê Katalonya ku teslîm bibû bi şert hate berdan

    © REUTERS / Yves Herman
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê Carlos Pûîgdemont ku li Belçîkayê teslîm bibû û çar wezîrên din bi şert hatin berdan.

    Li gor daxuyaniya ku Dozgeriya Federal a Belçîkayê ragihandiye, dadgerê lêpirsînê piştî ku îfadeyên Pûîgdemont û wezîrên kevn Marîa Aleu Serret, Antonî Olîveres Comîn, Lluîs Gordî Puîg û Clara Obîols stendin ew bi şert berdan.

    Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, şerten berdanê weha ne: "Heya dadgerê dadgehê destûrê nede ev kes dê ji Belçîka dernekevin, li navnîşaneke diyar bimînin û dema ku dadgehê an jî polîsan gazî wan kir dê amade bin."

    Polîsên Federal yên Belçîkayê ragihandibû ku Pûîgdemont û 4 wezîr di saetên sibehê de teslîmî polîsên Belçîkayê bibûn.

    Dadgeha Îspanya ya Niştîmanî, ji ber erkên wan yên di ragihandina Serxwebûna Rêveberiya Xweser a Katalonyayê de, derbarê Pûîgdemont û 4 wezîran de li tevê Ewropa biryara girtinê derxistibû û ev biryar ji bo Dozgeriya Federal a Belçîka jî ragihandibû.

    Pûîgdemont û 4 wezîran, di serê hefteyê de berî ku derbarê wan de biryara girtine were dayîn çûbûne Belçîkay

     

    Bi heman mijarî:

    Katalonya: Em biryarên Îspanyayê nas nakin
    Rêveberiya Katalonya dane cîgira serokwezîrê Îspanyayê
    Katalonya dev ji hilbijartina pêşwext berda
    Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Etîketan:
    polîs, wezîr, serok, Clara Obîols, Lluîs Gordî, Antonî Olîveres Comîn, Marîa Aleu Serret, Carlos Pûîgdemont, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de