10:01 24 Nîsan 2018
    Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont

    Îspanya li Ewropa fermana girtina serokê Katalonya derxist

    © REUTERS / Albert Gea
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Îspanyayê hakimekî, ji bo serokê Katalonya Carles Pûîgdemont yê ku piştî ragihandina serxwebûnê û 4 endamên hikûmetê yên berê, li hemû Ewropayê "fermana girtinê" derxist.

    Piştî ragihandina serxwebûna Katalnoyayê hikûmeta Îspanya, qanûna 155. Xistibû meriyetê û parlamentoya Katalonyayê fesih kiribû, Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont û hikûmeta wî ji wezîfeyê bi dûrxistibû û herwiha ragihandibû ku dê li herêmê di 21 Cotmehê de hilbijartinên nû werin lidarxistin.

    Roja pêncşema Dadgeha Bilind a Îspanyayê derbarê 8 wezîrên hikûmeta Herêma Xweser a Katalonyayê de cî digirtin darizandibûn û di encama dadgehê de 8 wezîrên hatibûn girtin ku di nav wan de cîgirê serokê Katalonya Orîol Junqueres, Wezîrê Karên Navxweyî Joaquîm Forn, Wezîrê Karên Derve Raûl Romeva û Wezîrê Dadê Carlos Mundo jî cî digirtin.

    Wezîrê Bazirganiyê yê Katalonyayê Santî Vîlayê ku berî referandûmê dest ji kar berdabû nehatibû girtin. 5 siyasetmedarê Katalan jî beşdarî dadgeha li Madrîdê nebibûn.
    14 siyasetmedarê Katalanî ku doz li wan hatiye vekirin bi "serhildan", navtêdana serhildanê" û "xerab bikaranîna dahatên raya giştî" tên tawanbar kirin.

    Carles Pûîgdemont piştî ji wezîfê hat bi dûrxistin ne vegeriyabû Katalonyayê. Li ser vê yekê derbarê wî û 4 siyasetmedarê Katalanî de li 28 dewletên Yekîtiya Ewropa fermana girtinê hat derxistin.

    Pûîgdemont doh ragihandibû ku ew dikare di hilbijartinên meha li pêş de ku dê li Katalonya birêve biçin, bibe endam.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Dê serxwebûna Katalonya Qralîyeta Îspanyayê bixe metirsiyê û demokrasiyê têk bibe
    Katalonya: Em biryarên Îspanyayê nas nakin
    Rêveberiya Katalonya dane cîgira serokwezîrê Îspanyayê
    Katalonya dev ji hilbijartina pêşwext berda
    Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    Etîketan:
    wezîfe, girtin, ferman, Carlos Pûîgdemont, Katalonya, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de