01:09 19 Kanûn 2017
Zindî
    Parîs - Ala Fransayê

    Fransayê li ser biryara Barzanî û rewşa Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo devjêberdana peywira serokayetiyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Barzanî xwediyê roleke dîrokî ye.

    Qesra Elysee ya Serokomariya Fransayê li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo devjêberdana peywira serokayetiyê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Serokomar, Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê birêz Mesûd Barzanî ji ber rola wî ya dîrokî pîroz dike û silavê li Hêzên Pêşmerge dike, ku wan di şerê li dijî DAIŞê de roleke berz lîst."

    Serokomariya Fransî di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkiliyên dostane yên navbera Fransa û Kurdistanê û got, "Fransa her tim di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de ji bo naskirina mafên Kurdan dixebite. Hilbijartinên li herêmê dê demokrasiya Kurdistanê xurtir bikin."

    Di daxuyaniyê de behsa kêşeyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî hat kirin û daxuyanî wisa hat berdewamkirin: "Serokomar daxwaz dike ku bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê aşitiyeke mayînde pêk were û ji bo vê yekê bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê û saziyên federal ên Iraqê dike ku ji operasyonên leşkeri dûr bisekinin û rêya diyalogê bi kar bînin."

    Bi heman mijarî:

    McCain pesnê Barzanî da û got: Kurd di vê dema zehmet de piştgiriyê heq dikin
    Serokwezîr Barzanî bûyer şermezar kirin: Rêyeke nû li pêşiya me ye
    Pisporan biryara Barzanî û rewşa dawî nirxand: Dibe serxwebûn bê ragihandin
    Ji hikûmeta Tirkiyeyê daxuyaniya Barzanî
    Pispora Rûsî: Çûyîna Barzanî nabe sedema krîzê, ji ber ku ew xwedî deshilatiyeke rastîn e
    Nêçîrvan Barzanî: Tevî ku me diyalog û muzakere dixwest Bexdayê rêya şer hilbijart
    Etîketan:
    daxuyanî, Qesra Elysee, Serokomarê Fransayê, Mesûd Barzanî, Emmanuel Macron, Kurdistan, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de