01:09 24 Gulan 2018
    Katalonya - Barselona

    Katalonya: Em biryarên Îspanyayê nas nakin

    © Sputnik / Javier Luengo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont diyar kir ku ew biryarên Îspanya yên di derbarê Katalonyayê de nas nakin. Puigdemont herwisa ji welatiyên Katalanan xwest ku xwepêşendanên sivîl û aştiyane li dar bixin.

    Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont ji bo biryarên rêveberiya Îspanya yên wekî hilweşandina Parlamentoya Katalonyayê, dûrxistina Puigdemont ji serokatiya Katalonyayê û tayînkirina Cîgira Serokwezîrê Îspanyayê Soraya Sáenz de Santamaría li şûna wî û herwisa biryara hilbijartinên nû li Katalonyayê ragihand ku ew van biryaran qebûl nakin.

    Carles Puigdemont ligel vê yekê ji hemwelatiyên Katalonyayê daxwaz kir ku bi xwepeşandanên sivîl û aştiyane nerazîbûna xwe li dijî Îspanyayê eşkere bikin.

    Herwisa hêjayî gotinê ye ku rêveberiya Îspanyayê hemû nûnertiyên rêveberiya Katalonya yên li derveyî Brukselê jî girtin û bi awayekî neyasayî bin av kirin.

    Bi heman mijarî:

    Korsîkayê serxwebûna Katalonyayê nas kir
    Amerîka li dijî serxwebûna Katalonyayê derket
    Senatoya Spanyayê gava ewil li dijî biryara Katalonyayê avêt
    Katalonyayê serxwebûn ragihand
    Serokê Katalonyayê: Em biryara Îspanya ya fesihkirina rêveberiya xweser qebûl nakin
    Îspanyayê heta pêncşemê dem da Katalonyayê
    Etîketan:
    biryar, Serokê Rêvebiriya Herêma Xweser a Katalonyayê, Carles Puigdemont, Îspanya, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de