17:31 22 Nîsan 2018
    Pêşbirk - Futbol

    Dalkurd Spor derbasî Lîga herî bilind a Swêdê bû

    © Sputnik / Alexey Filippov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 50

    Tîma futbolê ya Dalkurdê li Swêdê îro hat beramberî tîma GAISê û di encama pêşbirkê de 1-0 bi ser ket. Dalkurd bi vê serketina xwe derbasî Lîga Allsvenskayê bû, ku lîga herî bilind a Swêdê ye.

    AmedSpor
    © Foto : Diyarbakir.bel.tr
    Tîma futbolbaziyê ya kurd, Dalkurd Spor îro di dîroka xwe de serkeftina xwe mezi bi dest xist. Dalkurd îro di pêşbirka xwe ya beramberî tîma GAISê de 1-0 bi ser ket û derbasî Lîga Allsvenskayê bû.

    Dalkurd Spor a ku di Lîga Superettan de dilîst bi serkeftina xwe ya îro bû tîma duyem a wê lîgê û mafê derbasbûna Lîga Allsvenskayê bi dest xist, ku ew lîga herî bilind a Swêdê ye.

    Dalkurd Spor beriya 13 salan hatibû damezirandin û di dîroka Swêdê de ev cara yekem e ku tîmek di nava 13 salan de ji Lîga 6em radibe û derbasî Lîga Allsvenskayê dibe.

    Li ser vê serkeftina Dalkurd Sporê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got, "Tîma me derbasî Allsevnskayê bû, ku lîga herî bilind a Swêdê ye."

    Li ser vê peyama Dalkurd Sporê Amedsporê jî peyamek weşand û Dalkurd Spor pîroz kir.

    Herwisa Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê Twiiterê peyameke kurdî parve kir û serkeftina Dalkurd Sporê ya îro pîroz kir.

    Bi heman mijarî:

    Amedspor derbasî nîvefînalê bû
    Amedspor û Sivas Belediyespor derketin pêşbirkê
    Amedspor û Fenerbahçe îro tên pêşberî hev
    Ji bo AmedSporê kampanyaya 'AmedSpor ber bi gel ve dimeşe'
    Amedspor li hember Mereşê bi ser ket
    Etîketan:
    Lîga Allsvenskayê, Dalkurd, Amedspor, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de