20:08 14 Kanûn 2017
Zindî
    Katalonya-Bağımsızlık

    Katalonyayê serxwebûn ragihand

    © REUTERS/ Yves Herman
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Rêveberiya Xweser ya Katalonyayê biryara serxwebûnê pesend kir. Piştî pesendkirina biryarê serxwebûn hate ragihandin.

    Parlementoyê di dengdana rûniştina îro de veqetandina ji Îspanyayê pêvajoya yasayî pesend kir.

    Parlemenên Katalan ji bo ku biryara ragihandina serxwebûnê îlan bikin dengdana veşartî dane destpêkirin.

    Di encama dengdanê de biryar hate stendin ku Katalonyaji Ispanyayê serbixwe bibe.

    Di parlemana ku 135 kesan pêk tê 70 'Erê', 10 'Na' derketi. Herwiha 2 parleman tevlî dengdanê nebûn.

    19.00 ALMANYA: EM Ê NAS NEKIN

    Almanyayê di debarê ragihandina serxwebûnê ya Katalonyayê de daxuyanî da û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê Katalonyayê wekî dewleteke serbixwe nas nekin.

    18.55 JI BELÇÎKAYÊ DAXUYANIYA KATALONYAYÊ

    Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel anî ziman ku divê kêşeya Katalonyayê bi awayekî aştiyane were çareserkirin.

    18.36 KONSEYA WEZÎRÊN ÎSPANYAYÊ DAXUYAND KU EW Ê DI DERBARÊ KATALONYAYÊ DE DU CIVÎNAN LI DAR BIXIN

    18.20 NATO: PIRSGIRÊKA WAN A NAVXWEYÎ YE

    Rayedarê NATOyê got, kêşeya Katalonyayê mijara navxweyî ya Îspanyayê ye.

    18.10 DAXUYANIYA PÊŞÎN A AMERÎKAYÊ

    Wezareta Karên Derve ya Amer3ikayê li ser ragihandina serxwebûnê ya Katalonyayê daxuyanî da û got, "Katalonya perçeyekî Îspanyaya yekgirtû ye. Washington piştgiriyê dide biryarên hikûmeta Îspanyayê."

    17.56 ANC: GUH NEDIN DAXWAZÊN MADRÎDÊ

    Asambleya Neteweyî ya Katalonyayê (ANC) bangî xebatkarên rayagiştî ya li Katalonyayê kir û got, guh nedin daxwazên rayedarên Madrîdê.

    17.48 SEROKÊN KATALANAN BANG LI XWEPÊŞENDÊRAN KIR

    Serokên Katalanan li Barselonayê bang li xwepêşendêrên alîgiriya serxwebûnê kir ku ‘aram' bin.

    17:46 JI BO SALA 2018AN JI YEyê PÊŞNUMAYA BUDÇE HAT XWESTIN

    Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji Îspanyayê xwest ku pêşnumaya budçeya xwe ya sala 2018an peşkeş bike.

    MUXALEFETÊ BOYKOT KIR

    Parlemenên Partîya Gel û Partiya Sosyalîst û Ciudadanos (Welatiyan) ku li hemberî ragihandina serxwebûnê ne dengdan prtotesto kirin û bîna terikandin.

    Partiyên serxwebûnxwaz ên 'Junts pel Si', CUP û Podemos 'Catalunya Si Que Es Pot' tevlî dengdanê bûn.

    BI HEZARAN KES DEST BI PÎROZBAHÎYAN KIR

    Piştî ragihandina serxwebûnê li deve parlemana li Barselonayê bi hezaran kesê serxwebûnxwaz dest bi pîrozbahiyan kir.

    Katalanên ku dirûşmeyên serxwebûnê berz kirin, bi hevdu re sirûda xwe ya neteweyî xwendin.

    RAJOY: DÊ SERWERIYA HIQÛQÊ BÊ AVAKIRIN

    Piştî îlankirina serxwebûnê daxuyaniya ewil ji Serokwezîrê Îspanyayê hat. Rajoy li ser hesabê xwe yê twitterê banga ‘îtîdalê' kir û daxuyand ku, "Dê li Katalonyayê serweriya hiqûqê bê sazkirin."

    ​HIKÛMETA ÎSPANAYÊ DÊ BERGIRIYAN BIBE DENGDANÊ

    Senatoya Îspanyayê erkên zêde yên Katalonyayê dê bide Madrîdê bo vê yekê dê pêşnûmayê bîne parlemenê. Ger bergirî bêne erêkirin Hikûmeta Rajoy dê saziyên aboriyê, çapemeniya fermî û rêveberiya polêsan ya Katalonyayê bide Hikûmeta Madrîdê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    Etîketan:
    îlankirina serxwebûnê, katalonyaya serbixwe, serbixwe, serxwebûn, Mariano Rajoy, îspanya, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de