23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Navenda Neteweyên Yekbûyî

    Neteweyên Yekbûyî bi tundî Hikûmeta Tirkiyeyê rexne kir

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) David Kaye derbarê rojnamegerên girtî û rewşa OHALê de aciziya xwe anî ziman û îddia kir ku Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hewla darbeyî dengên muxalif dibire û lewra ew bi tundî AKPê rexne dike û dibêje "Dadgeh, bo parastina fikr û ramanê aciz e û azadiya fikrî û xweîfadekirine di xetere ye."

    Raportor teqez dike ku ew ji ber zextên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê bifikar in û wiha pê de çû, "Çapemeniya azad, bo ku raya giştî fikrê xwe bîne ziman û li hemberî serokên siyasî helwestekê nîşan bide derfetek e herwiha fersendê dide siyasetmedaran jî ji bo ku fikrên raya giştî hîn bibin û wan fikran binirxînin.

    Di berdewamiya nirxandinê de bi raya raportor Tirkiye qanûnan bi awayekî keyfî bikar tîne û diyar dike ku, "Hikûmeta Tirkiyeyê bo dengên muxalif absorbe bike mewzûata têkoşîna li dijî terorê, ji Biryarnameyên di hukmê qanûnê de (KHK) û ji îstîfadekirina Rewşa Awarte (OHAL) gelekî bifikar in."

    Raportor balê dikşîne ser çewisandina raya giştî û eşkere dike ku, "Ji rêya demokrasiyê bi awayekî tundrew veger heye lewra divê demildest ji vê yekê vegerin"

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî banga dîyalogê li Bexda û Hewlêrê kir
    Neteweyên Yekbûyî rêxistina Haşdî Şabî xiste lîsteyê
    Neteweyên Yekbûyî: Metirsiya qirkirinê heye
    Neteweyên Yekbûyî êrîşa Reqayê ku bû sedema kuştina sivîlan şermezar kir
    Klîntsevîç: Tenê Ewropayeke yekbûyî dikare bersivê bide Amerîka
    ENKSê rapora kurdan li Cenevê pêşkeşî şandeya Neteweyên Yekbûyî kir
    Etîketan:
    Hewla darbeyî, Dad, Ohal, Neteweyên Yekbûyî, TrikiyE, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de