22:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Îtalya

    Li du herêmên Îtalyayê referandûm tê kirin

    © AP Photo/ Luca Bruno
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li du herêmên Îtalyayê yên ku wek herêmên herî dewlemend têne zanîn îro 22yê Cotmehê referandûma xweseriyê tê kirin.

    Herêmên bakurê Îtalyayê Lombardiya û Veneto li ser daxwaza xweseriyê îro diçin ser sindoqan.

    Li gor nûçeya BBCyê, referandûm bi mebesta ku li gor destûra Îtalyayê zêdetir xweseriyê bi dest bixin têne encamdan ku ew referandûm tenê wek encameke ‘şêwrê' têne hesibandin.

    Lê belê tê ragihandin ku ger di encama referandûmê de ‘Belê' derkeve, dê rewabûna xweseriyê meşrû bibe û destê rêveberîyên wan herêman xurtir bibe.

    Li Îtalyayê ji 20 herêman, 5 ji wan xwedî rêveberiyeke xweser a taybet in ku ew herêm; Sicilya, Sardinya, Valle D'Aosta, Trentino-Alto Adige/Südtirol û Friuli-Venezia Giulia ne.

    Dengdana referandûmê li wan herêman li gor dema herêmî, li demjimêrên 07.00-23.00 encam dide.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ji bo radestkirina deriyê Îbrahîm Xelîl ket tevgerê
    Li Şirnexê hejmara miriyên kaneyê zêde bû
    Li Colemergê ji bo 2 rojan qedexe hat ragihandin
    Ajansa YNKê: Hêzên Iraqî wê navçeyên derveyî Kurdistanê derbas nekin
    Di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de şerekî giran derket
    Hejmara turîstên Rûsî yên ku çûne Tirkiyeyê 10 qat zêde bûye
    Etîketan:
    Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de