15:52 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Rûsyayê

    Raporta NATOyê: Hevpeyman dê nikaribe êrîşeke muhtemel a Rûsyayê têk bibe

    © Sputnik/ Aleksey Filippov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Kovara Der Spiegel ya Almanî hinek beş ji raporta taybet ya NATOyê weşandin. Li gorî pêşbîniyan NATO li milê rojhilat dê nikaribe xwe li hemberî êrîşên muhtemel yên Rûsyayê bigire.

    Kovara Der Spiegel a Almanî di derbarê êrîşeke muhtemel a Rûsyayê û bergiriyên NATOyê de ji raporteke nepenî ya NATOyê hin agahî belav kirin.

    Li gorî raporta taybet, di êrîşeke muhtemel a Rûsyayê de dê milê rojhilat ê NATOyê bi awayekî lezgîn bersivê nede û xwe li ber talukeyan nikaribe biparêze. Li gorî raportê, ji salên 1990î û vir ve ev şayîşeke NATOyê ye.

    NATO bi taybetî ji sala 2014an, ango ji kêşeya Ûkraynayê û vir ve endamên xwe yên Rojhilatê Ewropayê ji bo ku ‘xwe li hemberî Rûsyayê biparêzin' xebatên cîbicîkirina pergalên parastinê dike.

    Ji aliyê din ve Rûsya dibêje ku NATO bi hinceta kêşeya Ukraynayê dixwaze nêzî sînorê wê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê bo Tirkiyeyê pêşniyara Herka Tirk
    Pûtîn: Dibe ku jinek bibe seroka Rûsyayê
    Keştiyên Rûsyayê gihîştin Filîpînan
    Herêma Kurdistanê li benda piştgirîya Rûsyayê ye
    ‘Kurdistan navbeynkariya Rûsyayê girîng dibîne'
    Lavrov: Bi gurkirina dijberiya Rûsyayê mebest têkbirina rêveberiya Trump e
    Etîketan:
    êrîş, NATO, Kovara Der Spiegelê, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de