13:52 18 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Serokomarê Fransayê dê bi Barzanî û Ebadî re bipeyive

    © AFP 2017/ ERIC PIERMONT
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Fransayê Emmanul Macron li ser rewşa dawîn ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de diyar kir ku ew dê ligel Barzanî û Ebadî hevdîtinê bike.

    Li gorî agahiyên K24ê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna 28an a serkirdeyên welatên Ewropayê di civîneke rojnamegeran de got, "Min peywendî bi Hewlêr û Bexdayê re daniye û di çend saetên pêş de jî ez dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bipeyivim."

    Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Macron dest nîşan kir ku ji bo dawiyê li şer bibinin, divê herdu alî tavilê peywendiyê ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê re deynin.

    Emmanuel Macron herwisa daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir, ku dest bi guftûgoyan bikin û li gorî destûra Iraqê pirsgirêkan çareser bikin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Encûmena Kerkûkê: Heşdî Şeibî dest daniye ser mala min
    Westa Resûl: Êrîşa Kerkûkê ji aliyê Iraq, Îran û Tirkiyê ve bi çavdêriya Amerîkayê pêk hat
    Serkirdeyê Heşdî Şabî: Em sînorê Kerkûkê derbas nakin
    Washîngton: Em ji plana Iraqê ya Kerkûkê haydar bûn
    Wezareta Pêşmerge: Em ê dijmin ji Kerkûkê derxînin
    57 hezar sivîl ji Kerkûkê koçber bûn: Alîkariya lezgîn divê
    Etîketan:
    hevdîtin, Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de