01:26 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Almanya: Em hêvî dikin dîsa Pêşmergeyan perwerde bikin

    © AP Photo/ Alice Martins
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê îro îniyê ragihand ku welatê wî hêvî dike ku roja yekşemê careke din dest bi perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bike, eger pevçûna di navbera kurdan û hikûmeta navendî de gur nebe.

    Almanyayê hefteya borî programa xwe ya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge rawestandibû û sedema wê jî wek "zêdebûn aloziya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê" destnîşan kiribû.

    Herwiha duh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi pêwendiyeke telefonî bi Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von der Leyen re axivîibû. Leyenê diyar kiribû dê piştgiriya Almanya ya bo Pêşmerge berdewam be û kêfxweşiya xwe ji bo biryara danûstandinê ya navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman.

    Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû Leyen di pêwendiyeke telefonî li gel Ebadî de jî gotibû ku sedema wan dest ji perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berdaye, ew e ku piştgiriya xwe ji yekîtiya axa Iraqê re nîşan bidin.

    Berdevkî diyar kir ku wan ev biryara berdewamkirina perwerdekirinê piştî ku Amerîka û herdû aliyên iraqî û kurdî re daye.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    ‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
    Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
    Asian Times: Kurdistan li Rojhilata Navîn wê bibe mînaka serkeftinê
    ‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Heyder Ebadî, Iraq, Amerîka, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de