08:39 25 Mijdar 2017
Zindî
    Heiko Maas, Angela Merkel ve Sigmar Gabriel

    Ji Almanyayê daxuyaniya Kurdistanê

    © AFP 2017/ ODD ANDERSEN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 362 0 0

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji êrişên Haşdî Şabî yên ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî got: "Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi çek çareser nabin."

    Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Wezîrê Derve Sigmar Gabriel pêwendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û helwesta Berlînê li ser aloziyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê gihandiye wî.

    Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê de tê gotin: "Wezîrê Derve ji Heyder Ebadî re gotiye ew nakokiyê navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê nîgeraniyeke mezin bo me çê kiriye û nabe ti kes wisa fêm bike ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dê bi rêyên serbazî çareser bibin."

    Gabriyel di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Çareserkirina rewşa perîşan a çend rojên bihorî yên Iraqê bi rêya serbazî çareser nabe, aloztirkirina zêdetir a rewşê hemû aliyan lawaz dike, bi taybet jî Iraqê zêdetir ber bi bêîstîqrariyê ve dibe. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin bo rawestandina tevgera serbazî û rêyekê nedin pêş xwe ku bibe sedema zêdetir alozkirina rewşê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mîranî: Em şerê bi artêşa Iraqê re naxwazin
    Amerîka: Têkiliya me û Tirkiyê tevlîhev e
    Bogdanov: Rûsya Herêma Kurdistanê wek parçeyek ji Iraqê dibîne
    Li bendava Mûsilê şer: 8 endamên Heşda Şebî û Pêşmergeyekî can dan
    ‘Pêşmerge li nav Mexmûrê ye, venekişiya ye’
    Ebadî: Îdiayên avakirina herêma sêyemîn li Iraqê nerast in
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Almanyayê, Sigmar Gabriel, Heyder Ebadî, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de