00:52 22 Hezîran 2018
Yekîtiya Ewropayê

Koma Dostên Kurdistanê li Ewropayê daxuyaniya piştgiriyê da

© AFP 2018 /
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Koma Dostên Kurdistanê ya Parlemantoya Ewropayê, bi daxuyaniyekê pesnê Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de û daxwazên goû got, “Komkirina hêza artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li derdora Kerkûkê metirsîdar e.’

Koma Dostên Kurdistanê di parlemantoya Ewropa de ku ji 33 endamên hemû komên parlemantoyê pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihand, ew bi nîgeranî li komkirina artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li derdora Kerkûkê dinêrin.

'BILA BEXDA DÎYALOGÊ RED NEKE'

Parlemanterên Ewropî pesnê Herêma Kurdistanê li ser helwesta rûniştin û guftûgokirinê dan û daxwaz ji Bexdayê kirin, li pey vê daxwazê biçin û diyalogê red nekin.

Parlemanterên Ewropî bi bîr xistin ku bendên destûrê yên taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê ve, heta niha nehatine cibicîkirin, di demekê de ku diviyabû bi dawiya sala 2007an re bihatina cibicîkirin.

'BI SAYA PÊŞMERGE EW NAVÇE NEKETIN DESTÊ DAIŞÊ'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Ji vir de, bi bîra hemûyan tînin, ku di Havîna 2014an de artêşa Iraqê li hember rêxistina terorê DAIŞê rûxiya, ew bi saya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bû ku ew navçe parastî man û neketin destê DAIŞê."

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya ji helwesta Trump a li ser peymana Îranê xemgîn e
Bextiyar: Ji bo Kerkûkê civîneke berfireh tê lidarxistin
YEyê li ser hilweşandina peymana nukleerî bersiva Trump da
Trump ji bo Pasavanên Şoreşa Îranê fermana dorpêçan da
HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
Etîketan:
Ewropa, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de