00:52 22 Hezîran 2018
Federica Mogherini

YEyê li ser hilweşandina peymana nukleerî bersiva Trump da

© AFP 2018 / JOHN THYS
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnera Bilind a Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê îhtimala hilweşandina peymana nukleerî ya bi Îranê re, nirxand. Mogherini got, 'Nabe peymaneke serkeftî bê hilweşandin.'

Mogherini got, "Hilweşandina peymana bi Îranê re, bi welatekî tenê ve ne girêdayî ye."Mogherini, bi bîr xist ku divê ji bo berdewamkirina peymanê xebateke kolektîv bê kirin û nabe peyman ji nû ve were gotûbêjkirin.

Nûnera YEyê got, "Wek civaka navnetewî nabe em peymaneke serkeftî hilweşînin."

Mogherini herwiha da zanîn ku piştî axaftina Trump, ew digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re li ser mijarê bi pêwendîyeke telefonê axivî ne.

Bi heman mijarî:

Serdozgeriyê li ser îdiayên 'mirina Ocalan' daxuyanî da
Trump ji bo Pasavanên Şoreşa Îranê fermana dorpêçan da
Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
Serfermandarê Artêşa Iraqê li ser rewşa piştî referandûmê û Kerkûkê axivî
Etîketan:
Îran, Amerîka, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de