17:56 11 Kanûn 2017
Zindî
    Avrupa Konseyi Parlamenterler Meclisi (AKPM)

    Ewropayê biryara jenosîd nasîna kiryarên DAIŞê bi fermî qebûl kir

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Meclîsa Konseya Parlamentaran a Ewropayê (MKPE) biryar derxist û banga jenosîd nasîna kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kir ku ev bangewazî bi yekdengî hat pejirandin.

    Meclîsa Konseya Parlamentaran a Ewropayê (MKPE) biryara ku ji aliyê parlamentarê Holandî Pieter Omtzigt ve hatibû amadekirin, di Civata Giştî ya MKPEyê de bi yekdengî pejirand.

    Di biryara ku hatiye qebûlkirin de, tê xwestin kiryarên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê yên bi taybet bi ser Xirîstiyan, Êzidî û kêmîneyan de hatine encamdan, wekî jenosîd werin nasîn û li dadgehê navdewletî berpirsên wan jenosîdan werin sizadan.

    Di biryara dawî ya parlamentarên Ewropayê de, tê gotin ku ‘delîlên piştrastkirî' derbarê jenosîda DAIŞê de hene û bangewazî tê kirin, kiryarên rêxistina terorîstî ‘bi fermî wekî jenosîd were nasandin'.

    Hêjayî gotinê ye, tenê astengek li pêşiya jenosîd nasîna wan kiryarên DAIŞê li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî (ICC) heye ku ew jî Iraq û Sûriye ne terefên Statuya Romayê ne.

    Ji bo darizandina jenosîdê li ser DAIŞê pêwîstî pê heye ku her du dewlet bibin bi fermî bibin aliyê Statuya Romayê.

    Bi heman mijarî:

    Ji NYyê daxuyaniya 'bikaranîna hêzê' li ser Herêma Kurdistanê
    Kargeha cebilxaneya DAIŞê hat ruxandin
    Helgurd Hîkmet: Ger êrîş bikin, dê bersiva dijwar a Pêşmerge bibînin
    Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Iraqê mercên xwe ji bo diyaloga li gel Kurdistanê eşkere kirin
    Etîketan:
    Sûriye, ıRAQ, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de