23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    balafirên şer ên Îspanyayê

    Li Îspanyayê balafireke leşkerî ket

    © AFP 2017/ JAVIER SORIANO
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Hat daxuyandin ku li Îspanyayê li nêzîkî baregeha hewayî ya Albaceteyê balafireke leşkerî ketiye. Hat diyarkirin ku di derbarê mirî an birîndaran de hêj tu agahî nehatine wergirtin.

    Hat daxuyandin ku li baregeha hewayî ya li herêma Albaceteyê, ku 300 kîlomitroyan dûrê Madrîdê, paytexta Îspanyayê ye, li gorî demjimêra herêmî di saet 12.09an de balafireke leşkeri ket.

    Çapemeniya Îspanyayê diyar kir ku ew balafir îro ji rêûresma leşkeri ya, ku li Madrîdê ji bo ‘Roja Neteweyî ya Îspanyayê' dihat lidarxistin, vedigeriya.

    Wezareta Berevanî ya Îspanyayê jî ketina balafirê piştrast kir lê di derbarê hûrgiliyên bûyerê de hîç agahî nedan.

    Rojnameya El Paisê ragihand ku beriya bûyerê pîlotê balafirê derfet nedîtiye ku xwe jê bavêje.

    Di derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji bo Katalonyayê daxuyaniyek da: Em ji bo Îspanyayê nîgeran in
    Serokwezîrê Îspanyayê Rajoy: Referandûm pêk nehat
    Îspanyayê dest danî ser hemû mal û milkê Katalonyayê
    'DAIŞ xwe amade dike ku êrîşê Îspanyayê bike'
    Kralê Îspanyayê: ez hêvî dikim me ders standibe
    Etîketan:
    Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de