05:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont

    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e

    © REUTERS/ Albert Gea
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamentoya Katalonyayê piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya 1ê Cotmehê civîya. Rêveberiya Xweser a Katalonyayê ji bo serxwebûnê biryar da ku gotûbêjên bi Spanyayê re berdewam bikin.

    Li gor daxuyaniyê serokê Katalonyayê 'serxwebûna hilawistî' ragihand û da xuyakirin, dê ji bo serxwebûnê îradeya gel bê şopandin û ji bo gotûbêjên serxwebûnê jî pêwîstî bi demê heye.

    Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont di axaftina îşev 10ê Cotmehê ya parlamenê de daxwaz kir ku parlamento proseya ragihandina serxwebûnê rawestîne.

    Puigdemont got, "Ji sindoqan ji bo serxwebûnê ‘erê' derket. Ez dixwazim ev raya gel a serxwebûna Katalonyayê bicih were. Bi encamên referandûmê re gelê Katalonyayê mafê ragihandina serxwebûnê bi dest xist."

    'EM HÊVÎ DIKIN KÊŞE BI DIYALOGA AŞTIYANE ÇARESER BIBIN'

    Puigdemont herwiha bi bîr xist ku ew hêvî dikin kêşeya navbera Spanya û Katalonyayê bi rêyên dîyalogê û awayekî aştiyane çareser bibin.

    Serokê Rêvebiriya Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont berî niha gotibû: "Em vê wekî ragihandina serxwebûna yekalî bi nav nakin. Em behsa serxwebûnê dikin. Ev di qanûna me de heye û em ê vê qanûnê bi cih bînin."

    Carles Puigdemont behsa madeyên referandûmê ku ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatibûn betalkirin kiribû û gotibû: "Di qanûnê de jî dibêje ‘heke di referandûmê de dengê erê derkeve di nava 48 seetan de dikarin serxwebûnê îlan bikin."

    Di referandûma serxwebûnê ya 1ê Cotmeha 2017an a Katalonyayê de, ji sedî 90.18 dengê ‘erê' hatin dayîn û ji sedî 7.83 jî dengê ‘na' hatibûn bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Em dixwazin têkiliyên me bi Rûsyayê re baş bin
    Pentagonê li ser krîza navbera Tirkiye û Amerîkayê daxuyanî da
    Partiya Skoçî ragihand: Dê referandûmeke din bê kirin
    PDKê biryara ji bo veger û nevegera xwe yê parlamentoya Iraqê da
    ‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'
    'Îsraîl nîvê petrola Kurdistanê dikire'
    Balyozê Iraqî yê li Rûsyayê: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine
    Etîketan:
    Katalonya, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de