17:43 19 Hezîran 2018
Emmanuel Macron

Macron îro li Koçka Elysseyê referandûma serxwebûna Kurdistanê dinirxîne

© REUTERS / Etienne Laurent
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dê îro li Parîsê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û heyata ligel wî bike û mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê binirxîne.

Wek tê zanîn Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê. Li gorî medyaya Fransayê, Macron dê îro li koşka Elysseyê pêşwazî li Ebadî û şanda ligel wî bike. Li gorî zanyariyan herdu serok wê li ser referandoma serxwebûna Kurdistan û kirîza ku ji ber wê yekê di navbera Kurdistan û Iraqê de derketiye gotûbêj bikin.

Heyder Ebadî gotibû serdana wî ya Fransayê eleqe bi mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê re tuneye, lê li gorî daxuyaniya Koşka Elysseyê Macron û Ebadî dê li ser wê mijarê gotûbêj bikin.

Li gorî çavkaniyan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wê ji bo statûya Herêma Kurdistanê daxwaza konfederaltiyê bike. Hat ragihandin ku heta demeke nêzîk wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî serdana Fransayê bike.

Bi heman mijarî:

Lêvy: Macron, Barzanî û Ebadî vedixwîne Parîsê
Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
Erdogan û Macron ji bo betalkirina referanduma serxwebûnê dikevin hewldanê
Macron bi Trump re civîya û got: Karê me yê pêşî ne çûna Esad e
Macron: Rêzê li Pûtîn digirim û amade me pê re vekirî biaxivim
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Serokomarê Fransayê, Heyder Ebadî, Emmanuel Macron, Iraq, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de