01:17 19 Kanûn 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Heyder Ebadî ji bo referanduma Kurdistanê diçe Fransayê

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 5ê Cotmehê ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê serdana Fransayê bike.

    Li gorî çavkaniyekê ji ofîsa Serokomariya Fransayê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vexwendina Emanûel Macron qebûl kiriye û biryare roja 5ê Cotmeha 2017an serdana Parîsê bike. Mijara sereke ya hevdîtina Macron û Ebadî referandûma Herêma Kurdistanê ye.

    Serokomarê Fransayê ji bo çareserkirina aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo navbeynkariyê amadebûna nîşandaye. Ji bo vê armancê jî Emmanuel Macron roja înê bi telefonê li gel Heyder Ebadî axivî bû.

    Koşka Elysees di beyanameyekê de ragihand ku Macron, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî agahdar kiriye, ku pêwîst e Bexda xwe ji pêşxistina aloziyan dûr bigire. Li gorî daxuyaniyê Macron herwiha dibêje: "Divê Bexda îtîrafê bi mafên gelê kurd bike."

    Bi heman mijarî:

    Lêvy: Macron, Barzanî û Ebadî vedixwîne Parîsê
    Nivîsgeha Ebadî: Armanc ne birçîhiştina xelkê Kurdistanê ye
    Cîgirê Serokkomarê Iraqê bangî Ebadî û Barzanî kir
    Şêwirmendê Barzanî ji bo tetbîqata hevpar a Tirkiey û Iraqê pirsek ji Ebadî kir
    Kerîm: Ti hikmê Ebadî û Cibûrî li ser Kerkûkê tuneye
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê, Serokwezîrê Iraqê, Emmanuel Macron, Heyder Ebadî, Fransa, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de