21:57 11 Kanûn 2017
Zindî
    Sigmar Gabriel

    Almanya: Em ji eleqeya Kurdan têdigihên, lê referandûmê em xemgîn kirin

    © REUTERS/ Axel Schmidt
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ew ji encamdana referandûmê xemgîn in ku biryar tevî hişyariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hatiye bicihanîn.

    Gabriel di daxuyaniya xwe de bal kişand encamdana referandûmê li navçeyên derveyî îdereya Herêma Kurdistanê ku nakokî di navbera wan û hikûmeta navendî de heye û got, ‘Em bi eleqeya Kurdan a ji bo referandûmê têdigihên, lê dê ev pengav rewşa bêistiqrariya herêmê bixe zoriyê.'

    'REFERANDÛM TEVÎ HIŞYARIYÊN NY HAT KIRIN'

    Gabriel got, "Çûyîna referandûma serxwebûnê em xemgîn kirin. Ev biryar tevî hişyariyên NYyê bicih anîn. Dê ti pabenbûna encamên referandûmê çênebe."

    'GAVÊN YEKALÎ BO SERXWEBÛNÊ NAVÊJIN'

    Gabriel destnîşan kir ku dê ti pabendbûna bo encamên referandûmê tunebe û daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir, gavên yekalî yên bo serxwebûnê navêje.

    Wezîrê Almanî bi bîr xist ku ew dixwazin bi rêya dîyalogê Bexda û Hewlêr li ser pirsgirêkên xwe biaxivin û girîngiya têkoşîna dijî DAIŞê anî ziman û got, ‘Dê gavên ku vê yekê bixe xeterê ti fêdeyekê li kesî neke.'

     

    Bi heman mijarî:

    'Rûsya referandûmê meşrû dibîne, lê gavên lezgîn navêje'
    Bi bombeyan êrîşê avahiya şaredariyê kirin
    Berdevkê AKPê: Kurd hevalbendên me yên qedîm in li herêmê
    Ji Barzanî peyama piştî referandûmê: Em amade ne guftûgoyên cidî bikin
    Parlamentarê Sûriyê referandûma serxwebûnê pîroz kir
    Ebadî 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de